​​​​​​​Jinên Helebê projeyên xwe didomînin

Jinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi rêya vekirina projeyan aboriya xwe xurt û geş dikin û debara xwe bi cih tînin.

​​​​​​​Jinên Helebê projeyên xwe didomînin
​​​​​​​Jinên Helebê projeyên xwe didomînin
​​​​​​​Jinên Helebê projeyên xwe didomînin
​​​​​​​Jinên Helebê projeyên xwe didomînin
​​​​​​​Jinên Helebê projeyên xwe didomînin
9 sibat, 2022   07:47
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan rola xwe li tevahî qadên jiyanî, siyasî, aborî, civakî û leşkerî geş kiriye. Jinan bi rêya vekirina projeyên aborî, aboriya xwe bi pêş xist. Her wiha Komîteya Aborî ya Kongra Star a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê projeya tevn û tekstîlê vekir.

Komîteya Aborî ya Komînal a girêdayî Kongra Star xwe berpirsê pêşxistina jinan û rêxistina çalakiyên wê yên aborî dibîne û di tevahî qadan de li dijî siyasetên aborî yên keysbaziyê tê dikoşe.

15’ê Kanûna 2021’an, Kongra Star li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê projeyeke tekstîlê vekir. 8 jin di vê projeyê de dixebitin.

Çavdêra projeyê Bêrîvan Mistefa diyar kir ku ew hewl didin aboriya jinan xurt bikin û wiha domand: "Xebata di projeya tekstîlê de hêsan e û di çend rojan mirov dikare bibe pispor. Li kêleka wê jî pêdiviyên wan pêk tîne û zehmetiyên li hember wan kêm dike."

Bêrîvan Mistefa wiha pê de çû: "Ez hemû jinan teşwîq dikim ku tev li vê projeyê bibin da ku di tevahî aliyan de xwe xurt û pispor bikin."

Li ser mekanîzmaya xebatê Bêrîvan Mistefa ev tişt anî ziman: "Destpêkê em fêrî çawaniya çêkirina girêkê bûn. Piştre bi rêya nexşekirina li ser cilan em fêrî dîzaynan bûn."

Bêrîvan Mistefa diyar kir ku karê tekstîlê ji jinên ku nû fêr dibin re baş bû, lê di destpêkê de hin astengî kişandin. Lê bi vîn û israrê ew yek derbas kir.

Ji beşdarên projeyê Sêvîn Îbiş jî da zanîn ku jin dikarin bi hêsanî û di çend rojan de vî karî de bibin pispor û wiha dawî li gotina xwe anî: "Me li ser moxil dest bi kar kir û di 2 hefteyan de me qonaxa perwerdeyê derbas kir û dest bi xebata birîna caw kir."

(fr)

ANHA