Li Efrîna dagirkirî wêrankirin û talankirina xwezayê berdewam in

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk li navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê 75 dar birîn.

Li Efrîna dagirkirî wêrankirin û talankirina xwezayê berdewam in
8 sibat, 2022   14:27
ŞEHBA

Li kantona Efrînê ya ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, sûcên dermirovî, talankirin û wêrankirina xwezayê berdewam dikin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ANHA'yê, li navçeya Bilbilê çeteyê ji koma"Siqûr El-Şemal" ê bi navê Ebo Ehmed El-Heyanî 75 darên zeytûn û fekî yên ayîdî welatiyê bi navê  Sibhî Mihemed birîn.

Li gorî heman çavkanî, dar di 3'yê û 4'ê Sibatê de li nêzî gundê Qurnê ya navçeya Bilbilê hatin birîn.

Çavkanî diyar kir ku heman çete ji destpêka dagirkirina Efrîn û heta niha ve, zêdetirî 18 hezar dar li gundê Şêxorzê, Zerê û Elî Kero destser kirin.

(dm)

ANHA