Li Hemayê cenazeyê jineke serjêkirî hate dîtin

Li gundê Mebûca yê rojhilatê parêzgeha Hemanyê cenazeyê jineke serêjkirî hate dîtin.

Li Hemayê cenazeyê jineke serjêkirî hate dîtin
8 sibat, 2022   14:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR, li gundê Mebûca yê girêdayî bajarê Selemiyê yê gundewarê rojhilatê Hemayê cenazeyê jineke serjêkirî hate dîtin. Nasnameya sûcdaran nehatiya zanîn.

Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de alozî û rêjeya sûcên qetilkirinê û bêhesabxwestin zêde dibe.

Ji destpêka 2022'an de li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de 21 sûcên  qetilkirinê yên di encama tundiya malbatî, dizî an jî sedemên din de pêk hatine. Ji kesên hatine qetilkirin 6 zarok, 5 keçên jêrî 18 salî û 10 mêr in.