​​​​​​​Parêzeran ji bo ku biçin Îmraliyê careke din serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku muwekîlê xwe bibînin, serî li dozgeriyê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

​​​​​​​Parêzeran ji bo ku biçin Îmraliyê careke din serlêdan kir
8 sibat, 2022   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan; Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Cengîz Yureklî ji bo ku muwekîlê xwe bibinin, careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999'an ve li Girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye.

Herî dawî 25'ê Adarê bi rêya telefonê pê re axaftin hatibû kirin, lê ev axaftin jî nîvco hatibû hiştin.

Ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve serlêdanên parêzeran bê bersiv têne hiştin.