Bi pereyên sûriyan, Tirkiyê sûcên şer fînanse dike

Têkildarî tunebûna rola rêxistinên mirovî û alîkariyê di kampên hundir û derveyî welat de, Erdogan û derdora wî alîkariyên navneteweyî yên ji wan koçberan re tên şandin di çalakkirina sûcan de di bin perdeya xebata alîkarî û tenduristî de fînanse dikin.

Bi pereyên sûriyan, Tirkiyê sûcên şer fînanse dike
8 sibat, 2022   01:52
KOBANÊ

Pêla qeşa û berfê ya di 2’yê vê Sibatê de li ser herêmên bakurê rojavayê Sûriyê çêbûne, bû sedem ku du pitikên li kampên Şêx Behir û Ziyare yên li bakurê Idlibê jiyana xwe ji dest bidin. Yek 7 salî û yek du mehekî bû.

Li gorî hejmarên ku rêxistinên hiqûqî eşkere kirine, di encama pêla qeşa û sermayê de li kampên bakurê Helebê û Idlibê 7 zarokan jiyana xwe ji dest da. Her wiha berfê herî kêm 945 kon xerab kirin û zirar bi 9 hezar û 500 konên din kirin.

NY’yê da zanîn ku ji destpêka îsal ve nêzî 68 şewat li kampan çêbûn, piranî bi sedema sobeyan bû. Di encamê de 2 kes mirin û 24 birîndar bûn.

Digel veguherandina herêmên bakur û rojavayê Sûriyê û herêmên dagirkirî ji baregehên xetertirîn sûcdar û terorîstên li cîhanê re ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, çavdêr dibînin ku dewleta Tirk wan koman li ser hesabê koçber û penaberên sûrî fînanse dike.

Li gorî dewleta Tirk eşkere kiriye, 3 milyon û 600 hezar sûrî di dirêjaiya salên şer de penaberî Tiriyê bûne û nêzî 2 milyon sûrî li kampên koçberan li gundewarên Idlib û Helebê bi cih bûne.

‛DEWLETA TIRK MIJARA KOÇBER Û PENABERAN VEGUHERAND DOSYAYA BAZIRGANÎ Û FÎNANSÊ’

/kr/uploads/files/2022/02/07/220035_424242.webp

Nivîskar û çalakgerê siyasî yê sûrî Elî Siwêd ji ajansa me re axivî û got: "Kesên alîkariyan werdigirin ji sedî 10 e. Dewleta Tirk ev mijar veguherand dosyayeke bazirganî û fînansekirinê. Ew alîkariyan werdigire û bi hinceta alîkariya sûriyan dixe xezîneya xwe."

Siwêd da zann ku pereyên ku delweta Tirk ji derve ji bo penaber û koçberên sûrî werdigire ji bo fînansekirina DAIŞ’ê, komên çete û şaneyên veşartî bi kar tîne ku di çarçoveya planên wê de dixebitin.

Dewleta Tirk alîkariyên madî yên taybet bi penaber û koçberên sûrî veguherand budceya xwe û li ser çeteyên sûrî belav dike û wan di şerên li hundirê Sûriyê û derveyî wan de bi kar tîne.

Li gorî peymana 2016’an a sînordarkirina penabertiya sûriyan ber bi ewropa ve, YE’yê milyar euro ji bo destekdayîna 4 milyon sûrî da dewleta Tirk. Di dawiya 2019’an de YE’yê alîkariyên madî bi mîqdara 3 milyar euro da. Lê Enqere çawaniya xerckirina van pereyan red dike eşkere bike.

Bi wê yekê, dayîna pereyan ji dewleta Tirk re di bin perdeya alîkariyan sûriyan ji hêla YE’yê ve gumanan li ser rola YE’yê û destwerdana wê ya veşartî ji destekdayîna çeteyên li Sûriyê, Lîbya û Azerbeycanê re çêdike û li kêlek wê jî li ser sûcên dewleta Tirk bê deng e.

‛DI DANÛSTANDINA DOSYAYA PENABERAN DE DUALÎ HEYE’

Elî Siwêd ev tişt got: "Ji destpêka krîza Sûriyê ve, dewleta Tirk hejmareke mezin ji penaberên sûrî pêşwaz kir. Dewleta Tirk di civînên navneteweyî de îdia dike ku yên li ser xaka wê koçber in û di hundir de radigihîne ku sûrî mêvan in. Bi wê yekê dualîteyek di danûstandina vê dosyayê de heye."

Siwêd wiha berdewam kir: "Sûrî weke hemû welatiyên li Tirkiyê pereyên li wan dikevin bi ked û xebatên xwe didin û hin ji wan bûne fînansmen. Tevî wê jî dewleta Tirk bi sosret ji Ewropa dixwaze ku fatoreya mayîna sûriyên li ser xaka Tirkiyê bide, da ku ew neçin ewropa. Xema dewleta Tirk ne mijarên mirovî ne, lê tenê pere ye."

REWŞA RÊXISTINÊN MIROVÎ Û ALÎKARÎ ÇI YE?

Têkildarî rewşa koçberên li kampan ên Ii Sûriyê, Elî Siwêd da zanîn ku sûriyên li hundir di sîwana rêxistinên navneteweyî de ne, bank û çavkaniyên pereyên van rêxistinên li Tirkiyê ne û hikumeta Tirkiyê ji van rêxistinan sûdê werdigire û girîngiyê nade penaberan.

Li gorî Siwêd zêdetirî 100 rêxistinên herêmî û navneteweyî li bakur û rojavayê Sûriyê hene û ev tişt anî ziman: "Rêxistinên Tirkiyê û herêmê piştevaniya komên îslamî dikin, bi taybet rêxistina El-Qaîde. Ji wan re pêdiviyan dabîn dikin. Bi wê re hêza van rêxistinên zêde dibe ku hovtir bibin û xizmetî dewleta Tirk bikin."

Siwêd eşkere kir ku ji hundirê Sûriyê çete çêkirin û kamp veguherandin depoyeke mirovî, da ku wan li hundirê Sûriyê bi kar bîne, mîna çawa li ser girtîgeha Xiwêran û derve de çêbûye.

Elî Siwêd wiha dawî li gotina xwe anî: "Heke em karê mirovî yê dewleta Tirk bipîvin li pêş sûc û terorên wê yên dermirovî  tiştek dernakeve."

(fr)

ANHA