​​​​​​​‛Tu hêz ji hêza gel mezintir tune ye’

"Tu hêz ji hêza gel mezintir tune ye" hevoka ku rêber Ocalan gotiye û hîna di bîrewariya Ehmed Birîm (88) de ye ku beriya derketina rêber Ocalan ji Sûriyê bi mehekê û dîlgirtina wî bi komployeke navneteweyî ev gotin kir.

​​​​​​​‛Tu hêz ji hêza gel mezintir tune ye’
8 sibat, 2022   00:39
HELEB-MIHEMED EBDO

9’ê Cotmehê salvegera komploya navneteweyî ya li ser rêber Ocalan e ku di 1998’an de pêk hat û di 15’ê Sibata 1999’an li Kenyayê hat revandin.

Têkildarî mijarê ajansa me bi welatparêzekî  kevn Ehmed Birîm re civiya ku fikirê rêber Ocalan nas kir.

Ehmed Birîm (88) ji gundê Hecîka yê kantona Efrînê ya dagirkirî ye. Derfet ji wî re çêbû ku rêber Abdullah Ocalan bibîne û fikirên Tevgera Azadiya Kurdistanê nas bike. Wê jî rê vekir ku du zarokên wî di 1991 û 1992’yan de tev li refên tevgerê bibin. Ew jî şehîd Celal û şehîd Tekoşer in.

Ehmed Birîm da zanîn ku beriya derketina rêber Ocalan ji Sûriyê bi nêzî mehekê, li Helebê bi wî re civiya.

Li ser hevdîtinê, Ehmed Birîm wiha got: "Rêbertî civînek ji kesên beşdar re çêkir. Di civînê de malbatên şervan, şehîdan û cebhewiyên li ser belavkirina fikirê tevgerê di navbera malbatên Kurd li Helebê de dixebitin, hebûn."

Birîm got rêbertî destpêka civînê pirsek ji tevahî beşdaran kir "Abdullah Ocalan hêza xwe ji ku digire?". Li ser vê yekê Ehmed Birîm wiha anî ziman: "Hemû li benda bersiva rêbertî bûn, piştî çend kêliyan rêbertî ji me re got, ew hêza xwe ji beşdaran digire ku nûnertiya gelê piştgiriya wî dikin. Rêbertî got tu hêz ji hêza gel mezintir tune ye."

Birîm destnîşan kir ku rêber Ocalan da zanîn ku pêwîst e gel piştevaniya Tevgera Azadiya Kurdistanê bike ku welateke azad û demokrat were avakirin û da ku gel nebe amûrek di destê hin aliyên Kurd de ku rêgez û armancên xwe paşguh kirine.

Li ser bixwebawerbûnê, Ehmed Birîm gotinên rêber Ocalan bi bîr tîne û dibêje rêbertî wiha got: "Gelê Kurd, tevî hemû rewşên di ser wî re derbas bû û gihaşt ber keviyê qirkirinê, lê bi bawerî ew yek derbas kir. Divê Kurd bi nêrîneke bê hêz in li xwe nenêrin, berovajî wê yekê divê dîrokê baş bixwînin da ku bizanin ew neviyên berxwedêran in."

‛JI BER ZEXTÊN DERVE LI SER HIN ALIYAN YEKITÎ PÊK NAYÊ’

Ehmed Birîm da zanîn ku rêber Ocalan derfet li pêş beşdaran vekir ku nêrînên xwe bêjin an jî tiştên şaş rexne bikin û ev tişt got: "Min destê xwe rakir û ji rêbertî re got, ez dixwazim nêrîna xwe li ser doza Kurd bêjim. Rêbertî destûra axaftinê da û min jê re got zehmet e ku 50 milyon Kurd an jî zêdetirî wî bi projeyeke dikeve xizmetî hemûyan were îqnakirin. Ji ber wê divê 3 kesayet li hev bikin. Li vir min behsa rêveberên tevgerên Kurdî kir ku armancên hevbeş pêk werin."

Li ser vê nêrînê rêber Ocalan ev tişt got: "Ez û hemû beşdar dizanin ev çareya ku mejî texmîn dike, ye û min gelek hewldan kirin ku yekitiya Kurd çêbibe."

‛CIHÊ HERÎ EWLE JI MIN RE DI NAVA GERÎLA DE YE’

Ehmed Birîm anî ziman ku gelek gotegot di wê demê de derketin ku rêbertî bi planekê hate girtin û ev yek xuya kir: "Min ji rêbertî ew yek pirs kir ku ev gotegot rast in an na. Rêbertî bersiva min da û got; cihê ku bi ewlehiyê dihesim çiyayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ne di navbera gerîla de ye."

Ehemd Birîm wiha gotina xwe berdewam kir: "Di dawiya civînê de rêbertî got ji bilî çiya tu dostên wefedar ji kurdan re tune ne."

‛DEWLETA TIRK XWEST TÊKOŞÎNA TEVGERA AZADIYÊ BI REVANDINA RÊBERTÎ TUNE BIKE’

Têkildarî girtina rêbertî û revandina wî Ehmed Birîm ev tişt nirxand: "Gotineke kurdan a kevin heye û dibêje Heke tu bixwazî avê ji kaniyê vexwî berê xwe bide jêderê. Dewleta Tirk jî ev yek kir. Wê texmîn kir ku bi revandina rêbertî re dê Tevgera Azadiya Kurdistanê û têkoşîna wê ya bi salan bi dawî bibe. Rêbertî ji şaştiyên şoreşên kurdan ên berê fêr bû ku ew şoreş bi girtina serokên van şoreşan bi dawî bû."

Ehmed Birîm wiha dawî li gotina xwe anî: "Rêber Ocalan piştrast kir ku dê mafên rewa yên gelê Kurd bi rêya têkoşîn û berxwedanê pêk werin."

(fr)

ANHA