Kawa Nadir: Serdana Barzanî ji bo Tirkiyê dijminahiya Kurdan e

Çalakvanê siyasî û rojnamevanê ji Başûrê Kurdistanê Kawa Nadir destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser kampa Mexmûr, Şengal û Dêrikê, plana qirkirina gelê kurd e. Her wiha da zanîn ku serdana Nêçîrvan Barzanî ji Tirkiyê re, cihê şermezariyê ye û delîla dijminatiya bi kurdan re ye.

Kawa Nadir: Serdana Barzanî ji bo Tirkiyê dijminahiya Kurdan e
8 sibat, 2022   04:23
NAVENDA NÛÇEYAN-MEDYE HENAN

Dewleta Tirk a dagirker di 1`ê Sibatê de êrişî Mexmûr û Şengalê yên Başûrê Kurdistanê û navçeya Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Hemwextî wê serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê kir û li Enqereyê bi serokkomarê Tirkiyê REcep Teyyîp Erdogan re civiya.

Têkidarî mijarê, çalakvanê siyasî û rojnamevanê ji Başûrê Kurdistanê Kawa Nadir ji ajansa me re axivî û îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Dêrik, Şengal û Mexmûrê kir û wiha got: "Dijminatiya delweta Tirk ji gelê Kurd re ji kevn de ye. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide Tevgera Azadiya Kurdistanê tune bike. Çi serkeftin û destkeftiyek ku Kurd bi dest dixin dagirkeriya Tirk êrişî wê dike, planên tunekirina van destkeftiyan datîne. Êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê plana dewleta Tirk bû. Lê piştî binketina planên wê xwest bi rêya êrişên li ser Rojava yekser destwerdanê bike û hikumeta Şamê jî li hember êrişan bê deng e û tu helwest nîşan neda."

‛HIKUMETA IRAQÊ DI ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI SER MEXMÛR Û ŞENGALÊ DE ŞIRÎK E’

Nadir behsa hevkariya hikumeta Iraqê bi dagirkeriya Tirk re di êrişa li ser Mexmûr û Şengalê de kir û wiha domand: "Bi êrişan re eşkere dibe ku hikumeta Iraqê bi dagirkeriya Tirk re tevkar e. Ji ber dema dewletek êrişî herêmeke dewleteke din bike, ew dewlet tê agahdarkirin. Ne gengaz e ku dagirkeriya Tirk balafirên xwe bi kûrahiya 180 kîlometre li ser kampa ku di bin çavdêriya NY’yê de rake û agahiya hikumeta Iraqê jê tune be. Ev yek eşkere dike ku hikumeta Iraqê di êrişên dagirkeriya Tirk de hevkar e."

Nadir da zanîn ku armanca êrişên li ser Mexmûrê qirkirina gelê Kurd bi giştî ye, her wiha bindest ne xwedî vîn bin.

Têkildarî bombebarana artêşa Tirk a dagirker ji gundên Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re Nadir ev tişt got: "Dema dagirkeriya Tirk Rojava bombebaran kir, Rûsya û Amerîka bê deng bûn. Tevî ku Koalîsyona Navnetgeweyî ku bi QSD’ê re li dijî DAIŞ’ê hevkar e. Ev dualîteya Amerîka siyasetên wê eşkere dike. Divê ev dewlet vê dualîteyê berdin û siyasetên xwe li hember kurdan zelal bikin."

Nadir behsa serdana wezîrê Parastinê ya Tirkiyê Hulusî Akar ji sînorê Iraqê yê bi ser Başûrê Kurdistanê ve û serdana serokê hikumeta Iraqê ji Şengalê re kir û wiha axivî: "Van dewletan civîn li Bexda li dar xistin û ji bo êrişkirina Mexmûr û Şengalê plan danîn. Beriya êrişên li ser herêmê dewletan bi hev re nîqaş kir, pirî caran şêwir bi Amerîka û Rûsyayê re jî tê kirin. Di serdana Akar de tê destnîşankirin ku ew ê di planên xwe yên li dijî gelê Kurd de berdewam bikin û koordînaya xwe bidomînin. Ji lew re dê êrişên li ser Kurdistanê berdewam bin. Lê divê Kurd hişyar û hevgirtî bin ku li hember van planan bisekinin."

Di 22’yê vê Çileyê de wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar serdana sînorê Iraq-Sûriyê kir, her wiha beriya wê jî serokê hikumeta Iraqê Mistefa kazimî jî serdana Şengalê kiribû.

Nadir diyar kir ku hikumeta Iraqê hewl dide dewleta Tirk razî bike. ji ber muzakereya lihevkirina li ser berdana ava çemê Firatê û wiha got: "Ji ber wê derfet daya dewleta Tirk ku êriş Mexmûrê bike. Her wiha agahiyên îstîxbaratî dide dewleta Tirk. Bi wê re ne tenê dewleta Tirk êrişî Mexmûrê dike, beriya demekê çeteyên DAIŞ’ê êrişî du gundên Mexmûrê kir. Armanca wan dorpêçkirina kampê bû, piştre girtina wê û koçberkirina wan bû."

Nadir siyasetên li ser Wargeha Mexmûrê ya li Başûrê Kurdistanê rexne kir û ev tişt got: "Çawa kampek di bin çavdêriya NY’yê de ye û dewleta Tirk bi sedan kilometre dûrî wê ye û li pêş çavên cîhanê kampê bombebaran dike. Heke parlamenterên Kurdistanê û hikumeta Iraqê nikarin helwesteke tund nîşan bidin, divê bang li NY’yê bikin ku parastina sivîlên li kampê bikin."

‛SERDANA NÊÇÎRVAN BARZANÎ JI TIRKIYÊ RE CIHÊ ŞERMEZARKIRINÊ YE’

Têkildarî serdana serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Tirkiyê re û hevdîtina bi Recep Teyyîp Erdogan re Nadir wiha got: "Dıvê em rastiyê bizanibin ku PDK’ê parçeyek ji van planan e û ew parçeyek ji hevbendiya Şepêşa El-Sedir û Cebhet Tirkmenî ya li Iraqê ye ku tê de gelek dewlet hene, mîna Erebistana Siûdî, dewleta Tirk û Urdin. Van sîstemeke ewlehî ava kirin, ew jî ji ber metirsiya Amerîka ji herêmê bikişe û li hember Îranê bimînin."

Nadir îşaret bi serdana Nêçîrvan Barzanî kir û ev tişt anî ziman: "Ew serdana parçeyek ji vê plane ye. Di demekê de ku li seranserî sînorê Başûrê Kurdistanê ji hêla dewleta Tirk ve tê êrişkirin, ev serdan cihê şermezarkirinê ye."

Nadir wiha lê zêde kir: "Serdana Nêçîrvan Barzanî ji Tirkiyê re malpera fermi ya hikumeta Tirkiyê hejand ku serokê bakurê Iraqê serdana Tirkiyê kir. Lê di wê yekê de bi şeriyeta hikumeta herêmê îtîraf nekir. Her wiha ragihandina hikumeta herêma Kurdistanê jî tu helwest li hember wê yek nîşan neda."

Nadir wiha domand: "Diviyabû hikumeta Başûrê Kurdistanê helwestek li hember êrişên Tirkiyê nîşan bida ne bi wê re biciviya. Bê guman armanca vê serdanê dijminatiya kurdan e."

`DEWLETÊN KU KURDISTAN DAGIR KIRINE BI NÊRÎNÊ DIJMINANE LI HEMÛ KURDAN DINÊRIN`

Nadir diyar kir ku dewletên dagirkerên Kurdistan (Iraq, Sûriye, Tirk û îran) bi hev re Koordîne dikin da ku kurdan tune bikin, êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê bi erêkirina hikûmeta Iraqê pêk hatin, her wiha hikûmeta Iraqê bi daxuyaniyekî hewl da ku hevkariya xwe di planê de veşêre, ji ber vê yekê jî divê kesayetên siyasetmedar zanibin ku dagirkerên kurd bi yek nêrînê li Kurdan wek dijmin dibîne û divê li hember van siyasetan hişyar bin.

`DIVÊ KURD BIBIN YEK DA KU LI HEMBER ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ BISEKININ`

Kawa Nadir di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku divê kurd bibin yek da ku li hember dagirkeriya Tirk bisekinin.  Her wiha da zanîn ku êrişên li dijî perçeyek Kurdistanê, êrişên li dijî tevahî Kurdistanê ne, ji ber wê yekê pêwîst e siyasetmedar vê rastiyê baş zanibin û gelê kurd jî derkevin qadan û helwesteke hişk li hember van planan nîşan bidin. Li aliyekî din divê dezgehên çapmeniyê van êrişan pelge bikin û radestî aliyên navneteweyî bikin û rêxistinên mirovahî van kiryaran bibînin û rê li ber bigirin.

(şx)

ANHA