Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê civîna xwe ya salane li dar xist

Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê bi dirûşma "Heya serkeftinê tolhildan" civîna xwe ya  salane li  kantona Şehbayê li dar xist.

Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê civîna xwe ya salane li dar xist
7 sibat, 2022   16:15
ŞEHBA

Li hola Axîn Welat a Çand û Hunerê ya li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê bi beşdarbûna bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera xwendekaran, Yekitiya Rewşenbîran a herêma Efrînê civîna salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger hate lidarxistin.

Destpêkê deqeyek rêzgirtin hate girtin piştre endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê Rîm Dede perspektîfên rêber Apo ji bo kar û xebata ciwanan hate xwendin.

Duvre jî endama Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê Emîne Hec Ebdo kar û xebata salekê ya ciwanan nirxand û got: "Tevgera Ciwanên Şoreşger îsal 722 civînên rêxistinî ji ciwanan re li dar xist, li ser asta herêmê  18 dewreyên akademî hatin vekirin, ji ciwanên Şehba, xwendekar, Yekitiya Jinên Ciwan, ciwanên PYD , ciwanên Heleb, ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan re 32 heval tev li perwerdeya şehîd Gerzan bûn."

Emîne Hec Ebdo wiha berdewam kir: "6 ji hevalan tev li perwerdeya Viyan Amara bûn, 13 heval ji Efrîn û Helebê derbasî kampa jineolojî bûn, duyemîn mîhrîcana Amara hate lidarxistin".

Piştre sînevîzyon li ser kar û xebata Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê hate pêşkêşkirin.

Di dawiyê de plansaziya salekê ya Tevgera Ciwanên şoreşger hat danîn ku armanca wan a sereke di vê salê de zêdekirina kar û xebata ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocelan e.

ANHA