Şêniyên Girê Spî şehîd Dirxam oxir kir

Şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî şehîd Dirxam li goristana şehîdan a li mezereya hikumî ya li bakurê Reqayê oxir kir.

Şêniyên Girê Spî şehîd Dirxam oxir kir
Şêniyên Girê Spî şehîd Dirxam oxir kir
7 sibat, 2022   16:02
EYN ÎSA

Bi sedan şêniyên Eyn Îsa û Girê Spî , Reqa û endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Reqa beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.

/ar/uploads/files/2022/02/07/150322_whyd-alabdallh.webp

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girê Spî Wehîd El-Ebdullah axivî û got şervanên QSD’ê di oxira şênî bi azad û rûmet bijîn û cîhanê ji terora DAIŞ’ê biparêzin canê xwe didin

El-Ebdullah êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Şengal û Rojhilata Sûriyê şermezar kirin û berxwedana ku QSD’ê li hember êrişan daye pîroz kir û da zanîn ku gel li kêlek keç û xortên xwe yên QSD’ê li hember êrişan disekinin.

/ar/uploads/files/2022/02/07/150302_ryadh-alkhlf.webp

Li aliyekî din jî serokê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef soz da ku ew ê rêça şehîdan heta rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî bişopînin û dê heta nefesa dawî parastinê bikin ku sûrî bi ewlehî û rûmet bijîn.

Dûvre endama rêveber a Komîteya Parastinê ya Meclisa Kantona Girê Spî Şaha El-Ebdullah wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Şehîd Hisên El-Ebid (Dirxam) ji şêniyê gundê Meboca yê Eyn Îsa ye. Di bersivdana êrişên çeteyên dewleta Tirk li ser gundewarê rojavayê Girê Spî yê nêzî gundê Curn de şehîd bûbû.

(fr)

ANHA