Bi diruşma "Tev li cenga azadiyê bibin" ciwanan meşek li dar xist

Bi dehan ciwanên Til Temirê bi meşekê komploya li dijî rêber Ocalan şermezar kir û da zanîn ku ew ê li ser fikir û felsefeya rêber Ocalan heta azadiya wî ya fîzîkî berdewam bikin.

Bi diruşma "Tev li cenga azadiyê bibin" ciwanan meşek li dar xist
Bi diruşma "Tev li cenga azadiyê bibin" ciwanan meşek li dar xist
Bi diruşma "Tev li cenga azadiyê bibin" ciwanan meşek li dar xist
Bi diruşma "Tev li cenga azadiyê bibin" ciwanan meşek li dar xist
Bi diruşma "Tev li cenga azadiyê bibin" ciwanan meşek li dar xist
Bi diruşma "Tev li cenga azadiyê bibin" ciwanan meşek li dar xist
7 sibat, 2022   16:37
HESEKÊ

Bi dehan ciwanên Til Temirê ya Hesekê li pêş navenda ciwanan kom bûn, wêneyên rêber Ocalan û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger hildan. Ji wir dest bi meşê kir û diruşmên şermezarkirina komploya li ser rêber Ocalan berz kirin.

Meşa ciwanên ji pêş navenda ciwanan dest pê kir û li tevahî kolanên bajêr gerî û diruşmên şermezarkirina komploya li dijî rêber Ocalan berz kirin û bang azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir.

Meş li çerxeriya Kehrebê rawestî û li wir agir pêxistin, dûvre endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Til Temirê axivîn. Her wiha Ebdul Wehab Teyo û Ebod El-Raxib axivî û komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan şermezar kirin û gotin ji bo gelê Kurd û tevahî gelên bindest ev rojên reş in.

Axêveran da zanîn ku dê ciwan têkoşîna xwe heta azadiya fîzîkî ya Ocalan berdewam bikin û li ser fikir û felsefeya wî bimeşin.

Meş bi diruşmên banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û şermezarkirina komploya navneteweyî bi dawî bû.

(fr)

ANHA