Rêxistina Kurdên Failî û Kongra Star: Divê çeteyên DAIŞ’ê werin darizandin

Rêxistina Kurdên Failî ya Mafên Mirovan û Kongra Star da zanîn ku divê çeteyên DAIŞ’ê werin darizandin û bal kişand ser girîngiya xurtkirina têkilî û pêdeçûna xebata hevbeş.

Rêxistina Kurdên Failî û Kongra Star: Divê çeteyên DAIŞ’ê werin darizandin
7 sibat, 2022   14:45
 NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyeke ji Kongra Star li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, serdana Rêxistina Kurdên Failî ya Mafên Mirovan a li Başûrê Kurdistanê kir.

Şande ji nûnera Kongra Star Lêman Şoreş û endama Desteya Rêveber a nûnertiyê Silava Silêman pêk hat û gerînendeya rêxistinê Îsraa Failî û endama rêxistinê Alaa Casim şande pêşwaziya wan kir.

Di hevdîtinê de her du aliyan behsa sîstema Kongra Star û mekanîzmaya rêxistinkirina jinan, awayê birêvebirina qadên siyasî, îdarî û dîplomatîk kir.

Esraa Failî jî axivî û îşaret bi mekanîzmaya kar û xebata rêxistinê û rewşa Kurdên Failî kir.

Her wiha her du aliyan behsa êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê kir, nexasim ku dewleta Tirk a dagirker rasterast piştgiriya wan dike û xeteriyê li ser herêmê çêdikin. Beşdaran bal kişand ser girîngiya çareserkirina dosyaya çeteyan û got: "Divê çete werin darizandin û vegerin warên xwe."

Di dawiyê de her du aliyan îşaret bi girîngiya pêşxistina kar û xebata hevbeş û têkiliyan kir.

(eh)