Xwepêşandanên li Sweydayê didomin

Xwepêşandanên li Sweydayê berdewam in. Li gel girtina rêyên sereke, şênî banga pêkanîna biryara NY’yê ya 2254’an dikin.

Xwepêşandanên li Sweydayê didomin
7 sibat, 2022   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) li başûrê Sûriyê li dijî siyasetên hikumeta Şamê duh xwepêşandan li dar ketin.

Îro şêniyên Sweydayê xwepêşandanên xwe domandin û banga pêkanîna biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 2254’an kir. Hemwextî girtina rêya Şam-Sweyda, Nemra-Şehba û Micadal-Şehba, bi dehan şêniyan rêya Şeqa-Şehba jî girt.

Îro şêniyên gundên Nemra, Şeqa û Micadal ên Sweydayê rêyên sereke di navbera gundên xwe û bajarê Sweydayê de girtin. Çalakvanan banga lidarxistina xwepêşandanan li navenda bajêr kir.

(şx)