​​​​​​​Li Cindirêsê çeteyan welatiyek revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyekî 73 salî li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê revand û ji malbata wî fîdye xwest ji bo ku wî serbest berdin.

​​​​​​​Li Cindirêsê çeteyan welatiyek revand
7 sibat, 2022   12:16
ŞEHBA

Çavkaniyên xwecih ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker beriya 10 rojan welatiyê bi navê Ednan Îsmaîl Erebo (73) li navçeya Cindirêsê revand.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyan Erebo biriye cihekî nediyar û ji malbata wî fîdye xwest da ku wî serbest berdin.

(şx)

ANHA