Şehîdê Pêngava Gurzê Gelan Îsa Abdullah hat oxirkirin

Bi merasîmeke girseyî cenazeyê şehîdê QSD`ê Îsa Abdullah ku di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Îsmaîl hat veşartin.

Şehîdê Pêngava Gurzê Gelan Îsa Abdullah hat oxirkirin
7 sibat, 2022   11:40
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê şehîdê QSD`ê yê ku di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îsmaîl oxir kir.

Şehîd Îsa Abdullah di 23`yê Çileyê de, di êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya li bajarê Hesekê de şehîd bûbû.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Seyîd Ferso axivî û da xuyakirin ku biryara êrişa li ser girtîgeha Sînaa ji aliyê dewleta Tirk ve hat dayîn, çeteyên DAIŞ`ê bi alîkariya Erdogan li herêmên dagirkirî hatin perwerdekirin û şandin.

Seyîd Ferso da zanîn ku bi saya berxwedan û şehîdên hêzên QSD`ê, ew îro bi hezaran kom dibin û wiha got: “Hemû cîhan deyndarê şehîdan e.”

Di merasîmê de berdevka Kongra Star Remziya Mihemed jî axivî û got: “Şehîd Rustem Cûdî dibêje `Dema em dibêjin şehîd namirin, ew gotin tê wateya ku em ê heta dawiyê li ser şopa şehîdên xwe dewam bikin`.”

Remziya Mihemed da xuyakirin ku şoreşa Rojava bi vîna gelê Rojava dest pê kir, gel li hember gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker sekinî û wiha dom kir: “Em bi vê seknê cîhan û mirovahiyê ji çeteyên DAIŞ`ê diparêzin.”

Endamê Meclisa Leşkerî ya navçeya Amûdê Berxwedan Bîco jî axivî û da zanîn ku hêzên QSD`ê xewna dewleta Tirk a vejandina Împaratoriya Osmanî têk bir û wiha got: “Efsaneyên ku şehîdên me di Pêngava Gurzê Gelan de nivîsand û derbasî dîrokê kir, ew ê neyên jibîrkirin.”

 

Dûre Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê wesîqeya şehadetê ya şehîd Îsa Abdullah radestî malbata wî kir û tevî sloganên “Şehîd namirin” şêniyan cenazeyê şehîd Îsa li Goristana Şehîd Îsmaîl spart axê.

(sb)

ANHA