​​​​​​​Rûspiyên eşîrên ereban: Serkeftina dawî hesabên derve û hundir vala derxistin

Rûspiyên eşîrên ereban li herêma Hesekê da zanîn ku vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha baweriya bi Rêveberiya Xweser û hêzên wan, hemû planên hundirîn û derve têk birin.

​​​​​​​Rûspiyên eşîrên ereban: Serkeftina dawî hesabên derve û hundir vala derxistin
7 sibat, 2022   04:22
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Rûspiyên eşîran ên herêmên başûrê Hesekê piştî êrişên li dijî girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê, hişyariya li ser xeteriyê da û got, li hemberî van êrişan divê li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê asta xweparastinê were xurtkirin, ji ber ku planên bi armanca zindîkirina DAIŞ`ê hene.

ꞌPLANÊN WAN BI BIN KETINꞌ

Rûspiyê eşîra El-Qudat Mahir Elî axivî û got: "Piştî êrişên li ser girtîgeha Sînaa gelek aliyan texmîn kir ku wê tevlihevî derkeve, careke din DAIŞ zindî bibe, ewlehî û îstiqrara herêmê têk biçe. Lê bi saya piştgiriya gel û pêkhateyan ji Rêveberiya Xweser û hêzên xwe yên leşkerî re, hemû planên wan bi bin ketin."

Elî destnîşan kir ku serkeftina gelê herêmê û hêzên wan ên leşkerî di pêngava "Gurzê Gelan" de bi dest xist, ji hemû cîhanê re isbata hevgirtina gelê herêmê kir û wiha dewam kir: "Hemû şêniyên herêmê di oxira parastina ewlehî û îstîqrara Hesekê de fedekar kir û nehişt teror li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bibe."

Mahir Elî destnîşan kir ku rojên bê dê rastî û cidiyeta projeya Rêveberiya Xweser zelal bike, ji ber ku hêvî û xwestekên pêkhateyên civakê bi cih tîne.

Rûspiyê eşîra Fadil Menaf El-Reca îşaret pê kir ku hîn jî xeteriya DAIŞ`ê heye û wiha axivî: "Gelê herêmê di oxira kontrolkirina girtîgeha Sînaa berdêlên giran dan, di encamê de 121 şervan û sivîl gihaştin asta şehadetê. Bi vê yekê ji cîhanê tevahî re isbata hevgirtina eşîran û pêkhateyan kir, her wiha isbat kir ku li ser parastina destkeftiyên şoreşa xwe û ewlehiya herêmên xwe, amade ne bi hezaran şehîd bidin."

ꞌBANG BÊ BERSIV MANꞌ

Menaf El-Reca ev tişt got: "Rêveberiya Xweser, QSD`ê û pêkhateyên herêmê gelek caran bang li NY`yê, rêxistinên mafên mirovan û civata navneteweyî kir ku dadgehên tybet bi darizandina çeteyên DAIŞ’ê ava bikin an jî wan bibin welatên wan. Lê tu bersiv heta niha tune ne. Wê yekê jî xeteriya DAIŞ’ê li kamp û girtîgehên li herêmên Rêveberiya Xweser zêde kirin. nîşaneya vê yekê jî êrişên li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê."

Menaf El-Reca da zanîn ku vîna gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha piştgiriya wan a ji rêveberiya xwe ya xweser û hêzên xwe yên leşkerî re, hemû planên derve û hundir têk birin.

(eh)

ANHA