Hevdîtina Erdogan û Barzanî û pirsên heyî-  ERDOGAN ALTAN

Hevdîtina Erdogan û Barzanî û pirsên heyî-  ERDOGAN ALTAN
7 sibat, 2022   01:46

Serokê giştî yê AKP’ê Recep Tayîp Erdogan û serokê Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Enqereyê hevdîtinek pêk anî û ev hevdîtin bû sedema gelek pirsan.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Avaşîn, Metîna û Zêyê ji 23’yê Nîsana 2021’an ve dewam dikin û desteka hêzên taybet ên PDK’ê, teqwiyekirina bi komên paramîlîter û bikaranîna çekên kîmyewî jî didome. Hoşyar Zêbarî ku bi dosyayên xwe yên gendeliyê tê nasin ji hêla PDK’ê ve li hember namzetê YNK’ê hate wek namzet hate nîşandan, çeteyên DAIŞ’ê êrişî girtîgeha Sînaa ya Hesekê kir û 121 endamên hêzên ewlehiyê qetil kirin û hema piştî wê balafirên artêşa Tirk a dagirker Mexmûr, Şengal û Dêrik bombebran kirin û gelek sivîl qetil kirin. Di pêvajoyeke wiha de serdana Barzanî ya li Enqereyê rastî bertek û pirsen gelê Kurd hat.

GELO BARZANÎ ABORIYA DESTHILATA XWE DI SER HESASIYETA KURDAN RE DIBÎNE?

Hevdîtina Barzanî-Erdogan bi qasî 3 saetan dewam kir. Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de hatin belavkirin, 3 saetan li ser mijara gaza li Iraqê û bazirganiya di navbera her du welatan de axivîne. Dîsa saziyên çapemeniyê yên girêdayî PDK û AKP-MHP'ê hewl didin feraseta çêkin ku hevdîtina bi vî rengî ya di navbera her du welatan de xwezayî ye. Kurdan bi awayekî xwezayî bertek nîşanî hevdîtinê dan. Ji ber ku Kurd li gorî tecrubeya xwe bi fikar in û bertekan nîşan didin û rastiya civînê ji ya ku hatiye vegotin, cudatir e. Dema hevdîtineke bi vî rengî ya bi serokkomarê hêzekê re ku ew çend bê hed êrişî Kurdan dike jî gelekî girîng û balkêş e. Bi giştî bawerî ew e ku ev hevdîtin hevdîtin li dijî hesasiyetên Kurdan e.

BARZANÎ DOSTÊ ERDOGAN E?

Erdogan di dema vegera ji Ukraynayê de pirsên rojnamevanan bersivandin û der barê hevdîtina xwe ya li gel Barzanî de jî agahî da. Erdogan ji rojnamevanan re got ew bi Nêçîrvan Barzanî re li ser gaza Iraqê axiviye û got: “Em dikarin bi Nêçîrvan Barzanî re li ser bakurê Iraqê jî navenda Iraqê hî biaxivin û em bi wî re axivîn. Dostaniya me ya bi Nêçîrvan Barzanî re pir pir cuda ye û hiqûqa di navbera me de jî li pêş e. Got ji bo vê yekê çi ji destê wî bê, ew ê bike û dema vegeriya ew ê mijarê bi hikumeta navendî yan jî kesên têkildar re nîqaş bike. Hêvîdar im em ê peymanên xwe yên li ser gaza xwezayî ya Iraqê pêk bînin û li ser bingeha qezenckirinê hem ew hem jî em ê qezenc bikin."

Ev hevdîtin bê guman gelek pirsan çêdike, hem têkildarî cihê wê, hem dema wê û hem jî naveroka wê.

Li gorî min, pirskirina hin pirsan û xwestina bersivên wan, tiştekî herî xwezayî ye ku divê were kirin.

*Gelo Erdogan, Barzanî gazî kir an ew bi xwe çû?

*Ji ber ku dîmen zindî nebûn, hevdîtin berî êrişên hewayî yên li ser Şengal, Mexmûr û Dêrikê yan piştî wan çû? (Gerçî her du îhtimal jî mesele ne.)

*Bi rastî jî 3 saetan tenê pirsgirêka gazê ya di navbera Iraq û Tirkiyê de hate nîqaşkirin?

*Di pêvajoyeke bi vî rengî de ku ji bo Kurdan hesas e, li ser 'bingeha qezenckirinê' kîjan hesab û plan hatin çêkirin?

*Ya herî girîng jî li gorî daxuyaniya Erdogan hûn hem wek Nêçîrvan Barzanî û hem jî wek malbata Barzanî dostê Erdogan in? Di navbera we de hiqûq û dostaniyeke çawa heye? Erdoganê ku dijminatiyê li Kurdan dike, çawa dikare bi malbata Barzanî re bibe dost?

*Bingeha hevaltiya we ya bi Erdogan re ku dijminekî Kurdan ê sondxwarî ye, çi ye?

*Erdogan behsa PKK'ê jî kir. Gelo têkildarî PKK’ê û Rojava li ser maseyê çi hebû? 

Pirsên wiha dikarin bên zêdekirin, belê tê çaverêkirin ku Nêçîrvan Barzanî wek serokê herêma Başûrê Kurdistana daxuyaniyekê di vê barê de pêşkêşî Kurdan bike. Nêçîrvan Barzanî mecbûr e bersiva van pirsan bide.