​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-02-2022

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-02-2022
7 sibat, 2022   00:00

-Civîna salane ya sêyemîn a Rêveeriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Reqa berdewam dike û dê bi gelek biryar û encamnameyên li ser xebata Rêveberiya Xweser bi dawî bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Til Temir a Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşana ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê banga tevlêbûna wê dike, li dar dixin. Ew xwepêşandan ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî li ser rêber Ocalan e. saet 11:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li Reqayê piştî rizgarkirina bajêr, 3 bira tev li QSD’ê dibin û niha li Eyn Îsayê li rex hev li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li ber xwe didin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rûspiyên eşîrên ereban li herêma Hesekê da zanîn ku vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha baweriya bi Rêveberiya Xweser û hêzên wan, hemû planên hundirîn û derve têk birin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Herêma Efrînê got bombebarankirina dibistanên kantona Şehba, beşek ji plana sîstematîk a guhertina demografîk a ku dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê ya dagirker dimeşîne, ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Siyasetmedarên Kurd û Ereb yên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) got belavbûna îdeolojiya rêber Ocalan û bandora wê li ser pêkhateyan, komploya li dijî rêber Ocalan pûç kir,  her wiha Hevserokê Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo piştrast kir ku gel heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan wê têkoşînê bidomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

-Serokê giştî yê AKP’ê Recep Tayîp Erdogan û serokê Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Enqereyê hevdîtinek pêk anî û ev hevdîtin bû sedema gelek pirsan. (BI WÊNE)

DOSYA

-TEV-DEM hewldana avakirina civakeke demokratîk û ekolojîk dike, di heman demê de li gorî geşedanên li Sûriyê tev digire. Di vê dosyayê de dê pêşketinên di dirêjahiya damezrandina tevgerê de û heta îro werin nixandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Nivîskar û rojnamevanê misirî Mihsin Ewedellah da zanîn ku armanca ji êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêma Şengal û Mexmûrê ew e ku DAIŞ`ê ji nû ve vejîne û got ev êriş pilana dewleta Tirk û piştgiriya wê ji êrişa terorîst a  li ser girtîgeha Xiwêranê ya Hesekê, eşkere dike. (BI WÊNE)

-Şêniyên kantona Efrînê Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya berpirsên êrişên DAIŞ û dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dîtin û got, ev êriş berdewamiya komploya navneteweyî ya 15`ê Sibatê ya li ser rêber Ocalan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Ji ber ku par baran kêm barî sewalvaniya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek zirar dît. Lê îsal bi piştgiriya Rêveberiya Xweser û barîna berfê û baranê tê payîn ku rewş baş bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA