Li Minbicê çalakiya komkirina îmzeyan hate destpêkirin

Bi armanca derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" îro Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li Minbicê, çalakiya komkirina îmzeyan li dar xist.

6 sibat, 2022   15:37
MINBIC

Di çarçoveya Pêngava Însiyatîfa Gel a Derxistina Navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji "lîsteya terorê", ciwanan çalakiya komkirina îmzeyan orgenîze kir. Endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rûspiyên eşîran, saziyên taybet bi jinan û Meclisa Leşkerî ya Minbicê beşdarî çalakiyê bûn.

Destpêka bernameyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê daxuyaniyek da. Hevserokê tevgerê yê li Minbicê Ehmed Cemîlî daxuyanî xwend.

Ciwanan di daxuyaniyê de piştgiriya xwe ya ji derxistina navê PKK`ê ji lîsteyê nîşan da û wiha got: "Em tevlî hemleya komkirina îmzeyan bi armanca derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" dibin, ji ber ku PKK partiyeke ku ji bo azadiya tevahiya cîhanê li ber xwe dide, ji lewma em bang li hemû gelê herêmê dikin ku beşdarî vê pêngava cîhanî bibin."

Ciwanan di dawiya daxuyaniyê de ji bo misogerkirina aştî, demokrasî û mafên mirovan soza berdewamkirina têkoşînê da.

Dûvre berdevkê rûspiyên bajarê Minbicê Mihemed Sadiq El-Isêdî axivî û got: "Du aliyên PKK`ê hene ku ew jî, niştimanî û cîhanî ye ku ji bo jiyana hevbeş, biratiya gelan, azadî û wekheviyê têdikoşe, di heman demê de tu ferq û cudahiyê naxe navbera netewe û olan."

Paşê endarma rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Nêrmîn Himêdî axivî û ev nirxandin kir: "Em bang li dewlet û rêxistinên mafên mirovan dikin ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan rakin, di heman demê de navê PKK`ê ji lîsteya terorê derxin, ji ber ku PKK partiyeke rizgarîxwaz e."

Endama Komîteya Perwerdê ya Kombûna Jinan a Zenûbya Hîba Ehmed jî axivî û got: "PKK`ê bi armanca şerê hemû hêzên kapîtalîst, rizgarkirina hemû gelên bindest û avakirina civakeke demokratîk û exlaqî dest bi têkoşînê kir."

Hîba Ehmed di dawiyê de anî ziman ku jinên bajarê Minbicê dê bi hemû hêza xwe ji bo derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" kar û xebatê bikin, ji ber ku ev partî nûnertiya civakê dike.

Tê payîn çalakiya komkirina îmzeyan 3 rojan dewam bike.

(eh)

ANHA