Balafirên dewleta Tirk gundekî Minbicê bombebaran kir

Balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker gundê Ereb Hesen yê bakur rojavayê gundewarê Minbicê bombebaran kir.

Balafirên dewleta Tirk gundekî Minbicê bombebaran kir
6 sibat, 2022   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker vê êvarê gundê Ereb Hesen yê gundewarê bakur rojavayê Minbicê bombebaran kir.

Derbarê ziyanê de heta niha agahiyên zelal bi dest neketine.

Her wiha 3 balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê Minbicê digerin.

ANHA