Rûken Ehmed: Meclisa TEV-DEM`ê ya fireh dê dê xebatên xwe li hemû Sûriyê bimeşîne

Hevseroka TEV-DEM`ê Rûken Ehmed destnîşan kir ku lidarxistina 4`emîn Kongreya TEV-DEM`ê bersiva êrişên li ser herêmên Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Her wiha diyar kir ku biryara firehkirina meclisa giştî ya tevgerê dê bibe sedema birêxistinbûna li tevahiya Sûriyê.

Rûken Ehmed: Meclisa TEV-DEM`ê ya fireh dê dê xebatên xwe li hemû Sûriyê bimeşîne
6 sibat, 2022   10:14
QAMIŞLO

Duh 4`emîn Kongreya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajarokê Rimêlan ê kantona Qamişloyê li dar ket.

400 delege, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê, partî, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), meclisên êlên Ereb û Kurd, rêxistinên jinan, ciwanan û rêxistinên civaka sivîl di kongreyê de hazir bûn.

Di kongreyê de Xerîb Hiso û Rûken Ehmed ji bo hevserokatiya tevgerê hatin hilbijartin.

Rûken Ehmed destnîşan kir ku di kongreyê de gelek nîqaş û pêşniyarên girîng hebûn û wiha domand: “Me ew nîqaş ji xwe re kirin bingeh da ku biryarên têkildarî civakê bidin. Kêmasî û astengiyên li pêşiya hemû saziyan derdikevin, derbas bikin. Pêşerojê bi dirûşma “Bi çanda demokratîk saziyên demokratîk bi pêş dikevin” ava bikin.”

Rûken wiha domand: “Demokratîkkirina saziyan bû rojeva nîqaşan, ji ber ku bingeha parastina nirxên civakê ye.”

Rûken Ehmed diyar kir ku lidarxistina kongreyê di vê pêvajoyê de ku dewleta Tirk a dagirker êrişî Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, operasyona li dijî şaneyên DAIŞ`ê gelek, girîng e û bersiva hemû êrişên hundirîn û derve ye. Rûken got: “Berxwedana Hesekê ji bo me bû derfeteke bingehîn ku têkoşîna xwe berdewam bikin. Ruxmî şert û mercan em ê her tim bicivin, nîqaşan bikin da ku karê xwe bi pêş bixin, ji bo parastina civakê biryaran bidin.”

Hevseroka TEV-DEM`ê Rûken Ehmed îşaret bi biryara firekirina Meclisa Giştî ya tevgerê kir ku berê 64 endam bû û niha bû 80 endam û got: “Di salên derbasbûyî de, me saziyên xwe û civaka xwe bi rêxistin kir. Me gelek sazî ava kirin. Ji bo peydakirina pêwîstiyên pêvajoya heyî, pêwîstî bi firehkirina meclisê û rêxistinê li ser asta Sûriyê bi giştî hebû.”

Di kongreya TEV-DEM`ê de hat destnîşankirin ku tevger dê xebatên xwe wek tevgereke sazûmanî ya çalak berdewam bike, ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û peydakirina vegereke ewle ji koçberan re, dê bixebite.

Her wiha di kongreyê de, pêwîstiya meşandina têkoşînê ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û pêşkêşkirina piştgiriyê ji însiyatîfên derxistina navê PKK`ê ji lîsteya terorê hatin teqezkirin.

ANHA