Meclisa Jinan a PYD’ê: Vê carê jî hevgirtina gelan plana dewleta Tirk têk bir

Meclisa Jinan a PYD’ê li Qamişloyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku mîna her carê hevgirtina gelan li herêmê plana dewleta Tirk a dagirker ku xwest bi destê çeteyên DAIŞ`ê pêk bîne, têk bir.

Meclisa Jinan a PYD’ê: Vê carê jî hevgirtina gelan plana dewleta Tirk têk bir
6 sibat, 2022   09:58
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Qamişloyê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek da. Daxuyanî li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ji aliyê endama Meclisa Jinan a PYD’ê Dilşa Şawîş ve hat xwendin.

Dilşa Şawîş diyar kir ku êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li ser girtîgeha Sînaa ku bi destê dewleta Tirk hatibû plankirin, hat şikandin. Dewleta Tirk da ku ewlehî û îstiqrara herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevgirtina gelan têk bibe, piştgirî da DAIŞ`ê û wiha got: “Hevgirtina gelan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, mîna yên berê, ev plana ku bi rêya DAIŞ`ê dixwest bike jî têk bir.”

Dilşa Şawîş da xuyakirin ku piştî ku plana derxistina çeteyên DAIŞ`ê ji girtîgehan hat şikandin, dewleta Tirk ev yek tehemul nekir. Ji bo vê yekê êrişî Şengal, Mexmûr û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Dilşa Şawîş di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Em wek Meclisa Jinan a PYD’ê êrişên dewleta Tirk şermezar dikin. Dewleta Tirk bi van êrişan sûcan li dijî gelan pêk tîne. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku Erdogan di dadgehên navneteweyî de darizînin. Em ê heta dawiyê li ser esasê misogerkirina ewlehî û azadiyê ji bo gelên xwe têkoşînê bikin.”

(sb)

ANHA