​​​​​​​Li dijî biryarên hikumeta Şamê xwepêşandanên li Sweydayê didomin

Piştî ku hikumeta Şamê gelek kes ji alîkariyê bê par hiştin, li başûrê welat li dijî biryarên wê xwepêşandanan dest pê kir.

​​​​​​​Li dijî biryarên hikumeta Şamê xwepêşandanên li Sweydayê didomin
6 sibat, 2022   08:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê li gelek deverên Sweydayê xwepêşendan li dijî biryarên dawîn ên hikumeta Şamê didomin.

Vê sibê şêniyên wan herêman, rêyên sereke ên bajêr girtin. Her wiha agir bi tekeran xistin û pê rêya Nemra-Şehba û ya Qeriye-Sweyda girtin.

Hikumeta Şamê di 1`ê Sibatê de biryarek nû da û di çarçoveya wê de zêdetirî nîv milyon malbat ji alîkariyê bê par hiştin.

Beriya 3 rojan li gelek bajarokên Sweydayê bi sedan şênî li dijî biryarê daketin kolanan.

(şx)