Awat Hûsamedîn: Partiyên Başûrê Kurdistanê newêrin êrişên dewleta Tirk rexne bikin

Awat Hûsamedîn got, partiyên Başûr newêrin êrişên dewleta Tirk a dagirker rexne bikin û destnîşan kir ku dewleta Tirk sûdê ji lawazbûna hikumeta Iraqê digire.

Awat Hûsamedîn: Partiyên Başûrê Kurdistanê newêrin êrişên dewleta Tirk rexne bikin
6 sibat, 2022   04:10
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Dewleta Tirk a dagirker di 1`ê Sibatê de bi rêya balafiran êriş li dijî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Şengalê û Dêrik a Rojava pêk anî. Di encama van êrişan de li wargeha Mexmûrê 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî, li Şengalê  2 sivîl û li Dêrikê 4 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd bûn.  

Hikumeta Başûrê Kurdistanê heta niha tu daxuyanî têkildarî êrişan nedaye. Lê belê bi rêya çapemeniya xwe ew êriş rewa kirin. Hikumeta Iraqê jî bi rêya şaneya ragihandinê ya ewlehiyê ya Iraqê bombebarana li ser Şengal û Mexmûrê şermezar kir. Lê bikaranînerên malperên tevna civakî, ev daxuyanî bi şermok wesifand û wek dilxweşiyek ji Tirkiyê re nirxand.

Nûnera Zerdeştiyan di Wezareta Ewqafê ya herêma Başûrê Kurdistanê de Awat Hûsamedîn destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker lawazbûna hikumetên Iraqê ya ji 2005`an ve bi kar tîne û êrişî herêmê dike, ev yek sedema sereke ya lawazbûna serdestiya Iraqê û mudaxeleyên herêmî di kar û barên siyasî yên Iraqê de ye.

Awat Hûsamedîn diyar kir ku faktorên din ên ku dibin sedema lawazbûna hikumetên Iraqê; nakokiyên siyasî di nava partiyan de û astengiyên ewlehiyê, aborî û gendeliya belavbûyî ne û wiha domand: "Dewleta Tirk bi hiceta şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji 1984`an ve di sînorên Iraqê de bi dirêjahiya 300 kîlometreyan û bi kurahiya 30 kîlometreyan gelek baregeh li Iraqê ava kirin.”

Awat Hûsamedîn îşaret bi  êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker  ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê kir û got: “Di encamê de bi dehan şêniyên gundên ser sînor jiyana xwe ji dest da. Di nav wan de penaber jî hene. Êrişa dawîn a li dijî penaberên kurdan a li Mexmûr û Şengalê di çarçoveya plana leşkerî ya domdar bi hiceta şerê li dijî PKK`ê de pêk hat.”

`ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK LI DIJÎ QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ NE`

Awat Hûsamedîn got wargeha penaberan a li Mexmûrê ji dema Sedam Huseyn ve heye û li cem rêxistinên NY`yê hatiya tomarkirin, di bin kontrola hikumeta navendî ya Iraqê de ye, hedefgirtina wê li dijî hemû qanûn û lihevkirinên navneteweyî yên mafên mirovan e.

Nûnera Zerdeştiyan êrişên li ser Şengalê, Wargeha Mexmûrê û Rojava bi têkçûna DAIŞ`ê li Hesekê bi hev ve girê da û got: “Ez di wê baweriyê de me ku têkiliyek di navbera van êrişan û têkçûna DAIŞ`ê li dijî Hesekê de heye.”

Awat Hûsamedîn da zanîn ku ku rayedarên hikumeta Tirkiyê her tim di daxuyaniyên xwe yên fermî de destnîşan dikin ku operasyon li dijî PKK`ê li Başûrê Kurdistan û Iraqê û li her cihekî din ê cîhanê berdewam e û wiha pê de çû: “Istixibarata dewleta Tirk li hemû parêzgehên Başûrê Kurdistanê heye û bi hemû rêbazan kurdan û dijberên din dike hedef. Hemû vê yekê dizanin. Dibe ku êrişên li Hesekê bi awayekî yekser an neyekser bi bûyerên li herêmê rû didin ve, girêdayî be.”

SEDEMÊN BÊDENGIYA HIKUMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Awat Hûsamedîn her wiha îşaret bi sedemên bêdengiya hikumeta Başûr û partiyên din ên li hember êrişên dewleta Tirk kir û got: “Sedema yekemîn; êdî ji bo wan êrişên domdar ên dewleta Tirk bûne tişteke asayî, ya din hebûna leşkerî, siyasî û aborî ya xurt a dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê, lihevkirin û koordîneya di navbera dewleta Tirk û hikumeta Başûrê Kurdistanê de li dijî PKK`ê li Başûrê Kurdistanê, lihevkirinên ewlehiyê di navbera dewleta Tirk û Iraqê de ji serdema Sedam Huseyn ku heta niha li dar in, lawazbûna hikumeta Iraqê ji ber pirsgirêkên li welêt, ev bi giştî bandor li helwesta wan dike.”

Awat Hûsamedîn balkişand ser helwesta partiyên li Başûrê  Kurdistanê û got: “Ew newêrin êrişên dewleta Tirk rexne bikin ji ber hebûna wê ya xurt li herêmê. Partiyên îslamî yên kurdistanî yên li Başûrê Kurdistanê bi n siyaseta ixwanî ya dewleta Tirk bi bandor in. Li rex wê jî partî û hêzên li Başûrê Kurdistanê bi nakokiyên avakirina hikumetê û hevbendiya ji bo qezenckirina erkên stratejîk di hikumetê de mijul in. Ji ber wê tu helwest nîşan nadin.”

Nûnera Zerdeştiyan a Wezareta Ewqafê ya hikumeta Başûrê Kurdistanê Awat Hûsamedîn diyar kir ku divê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê bên rawestandin, ji bo wê divê hêzên kurdistanî xwe bispêrin van xalan; “divê hevgirtî bin, pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin, li ser destûrekê bi erêkirina hemû hêzên Başûrê Kurdistanê li hev bikin, siyaseteke hevgirtî li hember hikumeta Iraqê bimeşînin, yekitiya siyasî ya Iraqê xurtir bikin, bi awayekî çalak destekê bidin serdestiya Iraqê, pirsgirêkên bi Bexdayê re çareser bikin da ku Iraqeke xurt ava bikin. Divê Başûrê Kurdistanê jî xurt be. Divê koordîne û hevkariyê bikin da ku serdestiya Iraqê û sînorên Iraq û Başûrê Kurdistanê li gorî qanûnên navneteweyî biparêzin. Divê hêz û partiyên kurdistanî li ser asta neteweyî li hev bikin û mirovê Kurdistanê li gorî qanûnên navneteweyî ji hemû êrişan biparêzin. Ji bo rawestandina êrişan li dijî kurdên musliman divê xwe bispêrin rêxistinên mafên mirovan ên NY`yê û fişarê li civata navneteweyî bikin da ku êrişên dewleta Tirk rawestînin.”

Nûnera Zerdeştiyan di Wezareta Ewqafê ya herêma Başûrê Kurdistanê de Awat Hûsamedîn ji bo Rojava û Sûriyê jî wiha go: "Divê hêzên nîştimanî yên li Rojava bibin yek çi yên kurd an jî pêkhateyên din, divê têkiliyan bi hikumeta Başûrê Kurdistanê û hêzên kurdistanî re pêş bixin û taybetmendiyên astengiyên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê derdikevin di ber çavan re derbas bikin, bi hêzên nîştimanî yên Sûriyê re lihevkirinên stratejîk pêk bînin û berdewamiya desteka navneteweyî biparêzin."

(şx)

ANHA