'Tecrîda li dijî rêbertî sûcê li dijî mirovahiyê ye '       

Şêxê êla El-Welda, Hemîd El-Ferec tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku destê hemû dadgeh û rêxistinên mafên mirovan di berdewamkirina tecrîdê de heye.              

'Tecrîda li dijî rêbertî sûcê li dijî mirovahiyê ye '       
6 sibat, 2022   00:38
TEBQA- EBDUREHMAN EL-SALIH

Di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployek navneteweyî rêber Abdullah Ocalan ji Kenyayê hat revandin û radestî Tirkiyê hat kirin û li firava Îmraliyê tecrîdeke giran li ser rêbertî hat ferzkirin.

Di vê çarçoveyê de, şêxê êla El-Welda ya li Tebqayê Hemîd El-Ferec nerazîbûn nîşanî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li ser rêber Ocalan û bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û dadgehên navneteweyî da

El-Ferec diyar kir ku hemû dadgehên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan di doza girtina rêber Ocalan de hevkar in û dadgeha navneteweyî ya Lahayê yekemîn aliyê ku berpirsê vê komployê ye.                  

El-Ferec got: "Komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, senaryoyeke ku ji aliyê welatên çavbirçî, di serî de Tirkiyê ve pêk hatiye da ku xwe wekî lehengê rizgariya ji terorê nîşan  bide. Ev ye bi xistina navê Partiya Karkerên Kurdistanê di lîsteya terorê de û girtina fîlozof û ronakbîr Abdullah Ocalan ku banga doza ramana demokratîk kir, pêk hat."

El-Ferec destnîşan kir ku dewletên kapîtalîst û dewleta Tirk rastiyan berevaj dikin û şerê damezrînerê ramana azad a demokratîk dikin û wiha domand: "Girtina rêbertî bi fîzîkî bê fêde ye  ji ber ku însiyatîfên gel ên bi bangên azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan ranawestîn, lê belê di asteke mezin de belav bûye. Ev yek nîşan dide ku ne mimkûn e ku mirov rastiyan ji çavên gel ê ku li avakirina civakeke demokratîk, edalet û wekhev digere, veşêre. "       

Şêxê êla El-Weldê ya Tebqayê Hemîd El-Ferec di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk rê nade ku rêber Abdullah Ocalan bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bike û got: "Ev yek binpêkirineke eşkere ye ku li dijî qanûna cezayê ya ku ji aliyê Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî ve hatiye dayîn."

Şêxê êla El-Wede, Hemîd El-Ferec bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku binpêkirina dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar bikin û ji bo rakirina vî cezayê giran ên li dijî rêbertî û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dadgeheke navneteweyî ava bikin.

El-Ferec di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan heta azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û parastina projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan da.

(dx)

ANHA