​​​​​​​Piştî kuştina El-Qureyşî Silêman Soylu serdana herêmên dagirkî kir

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku Wezîrê Karên Hundirîn ê dewleta Tirk a dagirker Silêman Soylu ji nişka ve serdana herêmên bakurê Sûriyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, kir.  Ew herêm tenê çend kîlometreyan dûrî cihê kuştina xelîfeyê çeteyên DAIŞ`ê Ebû Îbrahîm El-Qureyşî ye.

​​​​​​​Piştî kuştina El-Qureyşî Silêman Soylu serdana herêmên dagirkî kir
5 sibat, 2022   18:14
ŞEHBA

Çavkaniyên ji herêmê got, Wezîrê Karên Hundirîn ê dewleta Tirk Silêman Soylu îro serdana herêmên dagirkirî kir. Serdana wî pişt du rojan ji ragihandina kuştina xelîfeyên DAIŞ`ê li ser sînorê di navbera  kantona û Tirkiyê  de û nêzî baregeha tirkiyê, hate kirin.

Çavkaniyan diyar kir ku n Soylu serdana çend kamp û wargehên li gundewarên rojavayê Helebê kir .

Herêmên ku Silêman Soylu serdana wan kir di bin serweriya Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) û komên terorîst ên tundraw de ne.

Li gorî çavkaniyan, 20 rojnamevanên tirk serdana Soylu şopandin, di dema ku dewleta Tirk gundewarên kantona Şehbayê ku sivîl û koçberên Efrînê di wan de dijîn û gera zêde ya balafirên bê mirov, hate kirin.

Silêman Soylu ji 18`ê Adara 2018`an ve heta niha çend caran serdana herêmên dagirkirî nexasim kantona Efrînê kiriye.

Waliyê bajarê Dîlok (Gazî Entab) Daûd Gul di dawiya meha Çile ya borî de serdana bajarên Babê û Efrîn ên dagirkirî kir.

Tê zanîn ku herêmên ji aliyê dewleta Tirk û komên çete ve hatine dagirkirin, ji rayedarên Tirk û komên terorîst ên ku di nava lîsteya terorê de ne, veguherîne cihekî ewle.

(bx)

ANHA