Kongreya TEV-DEM'ê bi dawî bû

Kongreya 4'emîn a TEV-DEM'ê bi xwendina encamnameya kongreyê bi dawî bû.

Kongreya TEV-DEM'ê bi dawî bû
5 sibat, 2022   17:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî hilbijartinên hevserokatî û meclisa giştî ya tevgerê, Kongreya 4'emîn a TEV-DEM'ê bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.

Encamname ji aliyê hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso ve hate xwendin.

Encamname wiha ye:

"Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) 4`emîn kongreya xwe li Rimêlanê bi dirûşma “Bi çanda demokratîk saziyên demokratîk bi pêş dikevin” û bi tevlêbûna 400 delegeyan ji hemû saziyên tevgerê, rêxistin û desteyê wê, mêvan, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên kurdî û sûrî, Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên meclisên leşkerî, Meclisa Êlên Ereb û Kurd, Meclisa Rûspiyan, saziyên civakî, nûnerên tevgerên jinan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl di 05.02. 2022`yan de li dar xist.

Di destpêka kongreyê de hevserokên TEV-DEM`ê axivîn û bixêrhatina beşdaran kir. Mêvanên hazir, bi rêya axaftinên xwe girîngiya lidarxistina kongreyê di vê pêvajoyê de, pêşxistina çanda demokratîk ji bo avakirina saziyên demokratîk û biserxistina projeya demokratîk teqez kirin. Kongre bi nîqaşkirina perspektîfên têkildarî siyaseta nîştimanî ya demokratîk, rapora giştî ya tevgerê, rêziknameya wê û pêkanîna hinek guhertinan di rêziknameyê de, berdewam kir. 

Di kongreyê de beşdaran got tevger ji destpêka aloziya Sûriyê ve xwedî li felsefeya neteweya demokratîk derket û ji her kesî re îsbat kir ku ji destpêkê ve nêrîna wê ya herî rast bû.

Hilbijartina me ya xeta sêyemîn li ser bingeha avakirina projeya Sûriyeya demokratîk a nenavendî bû ku hêviyên gelê Sûriyê pêk tîne. Mînaka wê jî Rêveberiya Xweser a Demokratîk e. Kongreyê pêwîstiyên rêxistinî û siyasî nirxandin ku ji bo pêkanîna guhertinê di binesaziya tevgerê de pêwîst in da ku ji bo sazî, rêxistin, yekitiyên civaka sivîl ên Rojava bibe çarçove û sîwan.

Qada sêyemîn anku qada civaka sivîl ku tevger xwe di nav de bi rêxistin dike, li ser têkoşînê ji bo pêkanîna nirxan û fikrên civakî, xebatên dilxwazî û xêrxwazî, parastina mafên beşên civakê ji bo avakirina rêgezên xurt ên pergala demokratîk û pêkanîna hevsengiyê di navbera berjewendiyên taybet û giştî de, teqeziyê dike. Peydakirina çavdêriyeke misogerkar a mafan, qebûlkirina cudatiyê û pirrengiya civakî bi şêwazekî ku pergaleke civakî ava bike û binesaziya civakî ya herêmê ber bi binesaziyeke pirreng, şefaf û jiyana aştiyane ve bi pêş bixe.

Di kongreyê de biryarên rêxistinî hatin dayîn. Ev biryar israra tevgerê ya pêkanîna stratejiyên xwe wek tevgereke sazûman a çalak û gelemperî li Rojava, teqez dike. Tê de jin û ciwan roleke pêşeng dilîzin.

Di kongreyê de pêwîstiya lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê di vê pêvajoya hesas de hat destnîşankirin. Her wiha bang hat kirin ku ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegerandina koçberan, kar û xebat bê meşandin. Ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan divê têkoşîn were mezinkirin. Piştgirî ji însiyatîfa gel re ya ji bo derxistina navê PKK`ê ji lîsteya terorê bê pêşkêşkirin. Divê binesaziya rêxistinên civaka sivîl were xurtkirin, divê têkiliyên dîplomatîk bi rêxistin û saziyên civaka sivîl re bê avakirin û kovarek bi navê rêxistinên civaka sivîl were derxistin.

Di dawiya kongreyê de Xerîb Hiso û Rûken Ehmed ji bo hevserokatiya tevgerê hatin hilbijartin. Endamtiya 80 endamên Meclisa Giştî ya TEV-DEM`ê hat erêkirin. Hevserokên tevgerê û endamên Meclisa Giştî soza berdewamkirina têkoşînê li ser şopa şehîdan heta pêkanîna armancên wan da."

ANHA