Lingê Komploya Navneteweyî yê Başûr aktîf e; gelo haya gelê Başûr ji xetereyê heye?-ŞUKRÎ GEDÎK

Lingê Komploya Navneteweyî yê Başûr aktîf e; gelo haya gelê Başûr ji xetereyê heye?-ŞUKRÎ GEDÎK
6 sibat, 2022   01:46

Di şerê Kendavê yê sala 1990'î de dema desthilata Sedam Kuweyt dagir kir, gelê Kurdistanê statuyeke fiîlî bi dest xist. Hikumeta Kurdan a herêmî ku statuyek e, bi saya berxwedana gelê welatparêz hate bidestxistin. Raperînê li Ranyayê dest pê kir û di demeke kin de li tevahiya gund û bajarên Başûrê Kurdistanê belav bû.

Dema ku hê jî hêzên pêşmerge li Îranê bûn, Rapêrînê bi pêşengiya gel Başûr azad kir. Hêzên PDK û YNK'ê piştre hatin Başûr û di nava xwe de hikumetek ava kir û desthilat û qadên serdestiya xwe îlan kirin. Di demeke kurt de, nakokiyên navxweyî û şerê navxweyî çêbûn, ji ber ku li hev nekirin. Başûr bû du parçe, PDK li Behdînanê û hêza YNK'ê li herêma Soranê derketin holê. Pevçûna wan jî têrê nekir û di sala 1992'yan de li dijî PKK'ê şerekî xiyanetê kirin.

PÊVAJO JI HEMÛ PÊVAJOYÊN BERÊ XETERNAKTIR E

Gelê Başûr piştî Sedam jî gelek êş kişandin. Gelekî xwîna birayan hate rijandin. Nayê zanîn bê ka ji van hemû tecrubeyan, destkeftiyên ku bi dest xistine, nakokiyên navxweyî, pêvajoyên parçebûn û jihevketinê, çi qas ders derxistine. Lê divê were destnîşankirin ku pêvajoya heyî ya em tê re derbas dibin, ji hemû pêvajoyên borî gelekî xeternaktir e û pêvajoyeke windakirina destkeftiyan heye.

Heke xetere neyên dîtin û di vê qonaxê de tedbîr neyên girtin, dê hebûna statuyeke bi navê Kurdistana Başûr bê wate bibe. Dîktatorê faşîst ê Tirkiyê Erdogan ev yek pir baş anî ser ziman. Wekî ku Erdogan bi xwe gotiye, em ragihinîn. “Helwesta 'Barzaniyan' niha li Iraqê û li Bakurê Iraqê gelekî cuda ye. Û ew vê helwestê bi Tirkiyê re pir zêdetir hevpar, zêdetir di nav hevgirtinê de pêk tînin. Li dijî PKK'ê xwedî helwesteke cuda ne û her roj helwesta xwe ya cuda îspat dikin. (Îşaret bi serdana Nêçîrvan a li Enqereyê dike) Di van hevdîtinan de min ev yek bi taybetî di şexsê wî de dît û xuya ye bi hilbijartinên serokkomariyê re dê li Iraqê pêvajoyeke nû dest pê bike. Herêma Kurdistanê ya Iraqê, serokê wê, hikumet û partiyên wê û hwd tune ne. Heta Bakurê Iraqê jî nîn e.”

GELEK MIJARÊN GIRÎNG HENE KU DIVÊ JI VÊ GOTINÊ BÊN FEHMKIRIN

Ya yekemîn; dijminatiya PKK'ê ye. Hemû êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Mexmûr, Şengal û Rojava, piştrast dikin ku PDK bi awayekî fiîlî di nav de ye. Îfşaata dîktator Erdogan îsbat dike. PDK wek şaxekî MÎT'ê dixebite, dijminahiya xwe ya li her qadê, bi taybetî jî bi îstîxbaratê, zêde dike.

Ya duyemîn; Başûrê Kurdistanê êdî kirine parçeyekî Tirkiyê. Gelê Başûr li ser erdnîgariya xwe mafên xwe yên serweriyê ji dest dane, lê haya wan jê nîn e. Heke Hoşyar Zêbarî wek serokkomar bê hilbijartin, dê Tirkiye jî bibe hevpara hikumeta Iraqê. Gumana kesî nîn e ku ev pêvajo dê bi vî rengî bixebite.

Ya sêyan; baş tê zanîn ku çareseriya pirsgirêka Kurd dê çarenûsa Rojhilata Navîn biguherîne. Hêzên global çareseriya demokratik naxwazin. Heke çareseriyeke bi vî rengî bihata xwestin, dê pêwîstî bi Komploya Navneteweyî çênebûya. Barzaniyan Başûr bi deste xwe radestî dewleta Tirk kiriye, dixwazin Rojava jî bi DAIŞ’ê re tesfiye bikin û bidin destê dewleta Tirk. Rastiya ku dewleta Tirk a faşîst tişta ku bi destê xwe nekarî bi dest bix lê bi destê PDK’ê dide kirin, dê ji bo Kurdan bibe şikestina herî mezin a dîrokê.

XEFIKA MEZIN

Heke PDK û YNK bi namzetên cuda dikevin hilbijartinên serokkomariyê, wateya wê ew e ku ne ku her du partî ketine rikeberiyê, lê belê Tirkiye dibe aliyekî hilbijartinan û li ser desthilata Iraqê bibe xwedî gotin. Ev ji bo gelê Başûr xefikeke mezin e û komployeke berfireh e.

Lingê Komploya Navneteweyî yê Başûr gelekî aktîf kirine. Ne xuya ye bê ka gelê Başûr çi qasî haya xwe ji vê komployê heye lê hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê xetere û rîskeke gelekî mezin e. Jixwe hewce nake em qala dijminahiya PDK’ê ya li dijî PKK’ê bikin, ji ber ku Erdoganê dîktator bi xwe dibêje ka çi qas karên baş ji bo dewleta Tirk kirine.

Armanceke sereke ya Komploya Navneteweyî jî ew bû ku rêber Abdullah Ocalan bê girtin û pêşî li Barzanî bê vekirin. Xuya ye ku komployê têra xwe pêşî li Kurdên noker vekiriye. Ji ber ku êdî xiyanet eyan bûye.

JI HUNDIR VE ROJAVA, JI DERVE VE BAŞÛR

Dema ku gelê Rojava 121 şehîdên xwe dispartin axê, Nêçîrvan Barzanî li cem Erdogan bû û careke din aliyê xwe nîşan da. Xiyaneteke mezin heye ku ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî Başûr, Rojava û hemû destkeftiyên gelê Kurd pêşkêş dike.

Hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê stratejîk e. Divê mirov ENKS'ê jî ku avaniya îxanetê ya ku çêlîka îxaneta PDK'ê ye li vê zêde bike û li meydanê di ser DAIŞ’ê re tê meşandin. Rojava ji hundir ve bi DAIŞ’ê û ji derve ve bi destê PDK’ê tê dorpêçkirin û êrişên dewleta Tirk ên rojane, bi berxwdana gelê Rojava tên têkbirin. Haya gelê Rojava ji vê lîstikê heye. Lê pir jî ne mimkun e ku mirov heman tiştê ji bo gelê Başûr bibêje.

HELWESTA LI DIJÎ KOMPLOYÊ: PARASTINA DESTKEFTIYAN

Erdogan YNK û partiyên din, hikumet, sazî û rêveberiya Başûr tune dihesibîne, dibêje “Bakurê Iraqê nîn e” û Başûrê Kurdistanê jî tune dihesibîne. Armanca esasî ya Komploya Navneteweyî jî ev e. Vê tasfiyeyê hêdî hêdî pêk tînin.

Divê gelê Başûr bêyî ku dereng bimîne, haya xwe ji vê xiyanetê çêbe û bibe xwedî helwest. Divê bizane ku hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê dê gelê Kurd tesfiye bike û li hemberî vê yekê rabe. PDK bûye palpişta dîktatorê faşîst Erdogan ku li ber têkçûnê ye û divê dijminahiya wê ya li hember gelê Kurd bi berfirehî were deşîfrekirin. Helwesta herî baş a ji komployê re ew e ku gelê Başûr ji dek û dolabên li hemberî xwe rizgar bibe û li destkeftiyan bibe xwedî.

ANHA