Tevgera Sadir civîna ji bo hilbijartina serokkomar boykot dike

Koma Tevgera Sadir a parlamentoya Iraqê da zanîn ku dê 7’ê Sibatê civîna parlamentoyê ya ji bo hilbijartina serokkomar boykot bikin û dan û standinên ji bo avakirina hikumeta nû rawestînin.

Tevgera Sadir civîna ji bo hilbijartina serokkomar boykot dike
5 sibat, 2022   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN 

7’ê Sibatê parlamentoya Iraqê dê bicive û serokkomarê nû yê Iraqê were hilbijartin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê serokê Koma Tevgera Sadir a parlementoya Iraqê Hesen Ezarî di civîneke çapemeniyê de got bi fermana rêberê Tevgera Sadir Muqteda El-Sadir, biryar dane dan û standinên li gel hemû aliyên siyasî yên ji bo avakirina hikumeta nû werin rawestandin û dê tev li civîna parlamentoyê ya ji bo hilbijartina serokkomar nebin.

Duh Muqteda El-Sadir têkildarî namzetiya Hoşyar Zêbarî daxuyaniyek dabû û gotibû: “Heke namzetê PDK’ê ya hevpeymana me, ne xwediyê şertên serokkomariyê be, ez daxwaz ji parlemanterên reformxwaz dikim ku dengan nedin wî.”

Bi boykotkirina koma Tevgera Sadir a civîna parlamentoyê re ku xwedî 73 kursiyan e, şensê qezenckirina namzetê PDK’ê kêm dibe.