Di kongreya TEV-DEM`ê de banga xurtkirina yekitî û xweparastinê

Di kongreya TEV-DEM`ê de axêveran bal kişand ser rola tevgerê di birêxistinkirin û pêşxistina civakê li ser bingeha neteweya demokratîk de û destnîşan kir ku divê gel xwe li ser esasê şerê gelê şoreşger bi rêxistin bike da ku ewlehiya herêmê misoger bibe.

Di kongreya TEV-DEM`ê de banga xurtkirina yekitî û xweparastinê
5 sibat, 2022   12:54
QAMIŞLO

Di 4`emîn Kongreya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îhsan Şiblî, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid, berdevka Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed û berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd axivîn.

Îhsan Şiblî îşaret bi dîroka komployên li dijî gelên Rojhilata Navîn kir û got: “Hêzên hegemon her tim komployan li ser serê gelên Rojhilata Navîn çêdikin. Komploya dawîn li dijî gelê Kurd di kesayeta rêber Abdullah Ocalan de bû ku destê gelek dewletan tê de heye. Di sêrî de dewletaTirk a dagirker ku hemû cureyên terorê li dijî gelê herêmê pêk tîne da ku gelan tune bike û herêmê dagir bike. Lê bi berxwedana gelê xwe û xwedîderketina wan li hêzên leşkerî û ewlehiyê, me ji cîhanê re careke din îsbat kir ku em gelek xwedî vîn û dîrokeke berxwedanê ne û xwedî felsefeyeke demokratîk û azad in.”

`DEWLETA TIRK DEWLETEKE TERORÎST E`

Berdevkê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid rola Rêveberiya Xweser ji bo parastina mirovahiyê ji terorê nirxand û got: “Dewleta Tirk li ser înkarkirin û qirkirina gelan ava bûye û vê siyasetê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne. Dema êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê bi bin ket, bi awayekî hovane êrişî Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Lê bila cîhan bizane ku em parastina mirovahiyê bi giştî dikin.”

Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed pêwîstiya mezinkirina têkoşîn û berxwedanê li hember hemû êrişan û komployan û pêwîstiya tunekirina gendeliyê di nav saziyên Rêveberiya Xweser de destnîşan kir.

Her wiha Remziye banga xwedîderketina li hêzên leşkerî, ewlehiyê û Rêvebeirya Xweser kir.

`BI BERXWEDANA HÊZ Û GELÊN XWE ME ÊRIŞÊN LI DIJÎ HERÊMÊ TÊK BIRIN`

Berdevkê Yeknîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd jî îşaret bi Pêngava Gurzê Gelan a li dijî êrişa li ser girtîgeha Sînaa kir û got: “Bi berxwedana hêz û gelê xwe me êriş şikand. Divê di vê kongreyê de em pêwîstiya birêxistina gel li ser bingeha şerê gel ê şoreşger nîqaş bikin. Divê em rêbazên xweparastinê bi pêş bixin.”

Her wiha Nûrî Mehmûd îşaret bi rola TEV-DEM`ê ya belavkirina rêgeza şerê gel ê şoreşger li herêmê kir û wiha domand: "Rola tevgerê di pêşxistina çanda civakî de heye, ji ber wê ev kongre ji bo serxistina şerê gel şoreşger û têkbirina hemû planên dagirkeriyê gelekî girîng e."

Kongre berdewam dike.

(şx)

ANHA