TEV-DEM: Bi kuştina serçeteyên DAIŞ`ê dosyaya terorê çareser nabe

Hevserokatiya TEV-DEM`ê di 4`emîn kongreya xwe de destnîşan kir ku dosyaya terorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kuştina serçeteyên DAIŞ`ê bi dawî nabe, divê hesab ji piştevanên wan çeteyên were xwestin. Her wiha da zanîn ku berxwedana gel û şervana di Pêngava Gurzê Gelan de ji bo herêmê pêvajoya serkeftineke nû bû.

TEV-DEM: Bi kuştina serçeteyên DAIŞ`ê dosyaya terorê çareser nabe
5 sibat, 2022   11:34

Vê sibê 4`emîn Kongreya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlan a Qamişloyê bi dirûşma “Çanda demokratîk bi saziyên demokratîk bi pêş dikeve” hat lidarxistin.

Di kongreyê de hevserokên TEV-DEM`ê Xerîb Hiso û Zelal Ceger axivîn.

Zelal Ceger bi xêrhatina beşdaran kir û got: “Bê guman ev kongre di wexteke girîng de li dar dikeve. Di wexta em kar û xebatên xwe nîqaş dikin, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn destanên lehengiyê dinivîsin da ku herêmê û ewlehiya civakê biparêzin. Gelê me jî li hemû bajar û navçeyan li ser piyan e û şehîdên xwe oxir dikin.”

Zelal Ceger şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bi bîr anîn û got: “Kengî gelê me serkeftinê pêk bîne, dijmin êrişî me dike da ku vîna gelê me, berxwedan û şoreşa me ya demokratîk têk bibe. Lê serkeftina li Hesekê hatî bidestxistin, ji cîhanê re careke din isbat kir ku êriş û planên li dijî herêmê têkoşîna me ya ji bo azadiyê û parastina Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet ranawestîne.”

Zelal di axaftina xwe de destnîşan kir ku bi saya fedekarî û têkoşîna şervanan, şehîdan û berxwedana gel, şênî di nav ewlehiyê de ne, her wiha banga xurtkirina têkoşînê û pêşxistina civakê ji aliyê zihnî ve kir.

Zelal diyar kir ku TEV-DEM li ser du eniyên sereke kar û xebat dimeşîne; Rizgarkirina herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de da ku ewlehî li herêmê pêk were. Ya din pêşxistina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha fikir, felsefeya neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan.

Zelal Ceger di axaftina xwe de bal kişand ser damezirandina TEV-DEM`ê û got: “TEV-DEM di 11 salan de têkoşiya û roleke mezin di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de lîst.  Xwe gihand hemû gelên herêmê û di hemû waran de xwe bi pêş xist.”

Her wiha di kongreyê de hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso axivî û lidarxistina kongreyê li rêber Abdullah Ocalan, şehîdên Pêngava Gurzê Gelan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got: “Berxwedana gel û şervanan di Pêngava Gurzê Gelan de ji bo herêmê pêvajoya serkeftineke nû ye.”

Xerîb Hiso îşaret bi êrişên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê kir û got: “Civata navneteweyî heta niha dosyaya terorê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareser nekiriye. Bi kuştina serçeteyê DAIŞ`ê Ebdellah Kardaş (Ebû Îbrahîm El-Qerşî) dosyaya terorê li herêmê bi dawî nabe. Divê hesab ji aliyên ku piştgiriya van koman dikin were xwestin da ku aştî û ewlehî li herêmê pêk were.”

Hiso wiha pê de çû: “TEV-DEM`ê ji damezirandinê ve, bi awayekî cidî bi pirsgirêkên ku li herêmê derdiketin re mijul bû da ku çareser bike. Ji bo pêkanîna hêviyên gelên herêmê têkoşiya û hîna têdikoşe.”

Xerîb Hiso daxuyand ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve gelek aliyan hewl da gelê herêmê bidin koçberkirin û vîna wî bişikînin û got: “Lê TEV-DEM ji bo çareserkirina aloziya li welêt tê koşiya. Ji bo pêkanîna yekitiya kurdî me roleke girîng lîst. Ruxmî ku gelek bûyeran li herêmê rû dan, lê me roleke girîng di pêşxistina herêmê de li ser bingeha felsefeya neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan lîst. Em ê li ser esasê birêxistinkirina civakê, pêkanîna demokrasiyê û biserxistina projeya neteweya demokratîk têkoşîna xwe berdewam bikin.”

(şx)

ANHA