'Çareserkirina dosyaya DAIŞ'ê di avakirina dadgeheke navneteweyî de ye'

Rewşenbîran îşaret bi rizgarkirina herêmên Sûriyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagirkirin kir û ji bo çareserkirina dosyaya DAIŞ'ê banga avakirina dadgeheke navneteweyî kir.

'Çareserkirina dosyaya DAIŞ'ê di avakirina dadgeheke navneteweyî de ye'
5 sibat, 2022   04:33
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD`ê gelek caran bang li rêxistinên mafên mirovan û civata navneteweyî kiriye ku dosyaya çeteyên DAIŞ`ê çareser bikin, lê van aliyan tu bersiv nedan.

Ruxmî DAIŞ di qada erdnîgariyê de hatiye tunekirin, lê bi hebûna bi hezaran girtî û malbatên wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeteriya wan heye.

Têkildarî mijarê nivîskar û lêkolîner Mihemed Hisên axivî û got, hebûna çeteyên DAIŞ`ê di girtîgehan de û li kampa Holê berpirsyariya hemû dewletên cîhanê ye û wiha gotina xwe dewam kir: "Divê dewlet hemwelatiyên xwe yên tev li çeteyên DAIŞ`ê bûne, wergirin û li ser erda xwe wan dadgeh bikin an jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî qanûnên navneteweyî dadgehên navneteweyî ava bikin."

Hisên destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê ji gelek aliyên herêmî û navneteweyî ve piştgiriyê werdigirin, ev jî xeteriya wan li ser cîhanê zêdetir dike û got: "Bûyerên li girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêranê qewimîn  planeke mezin bû û isbat kir ku hinan destek da şaneyên DAIŞ`ê heta ku êrişeke wiha pêk bînin."

Şaneyên çeteyên DAIŞ`ê 20`ê Çileya derbasbûyî bi erebeyeke bombebarkirî û du motorsklêtan êrişî girtîgeha Sînaa kir da ku bi hezaran çeteyên girtî birevînin.

Hisên ev li axaftina xwe zêde kir: "Jêdereke sereke ya wan terorîstan heye, ji ber ku piraniya yên tev li êrişên li ser girtîgeha Sînaa bûn û li dijî welatiyan hovîtirîn sûc pêk anîn, heman çeteyên beşdarî êrişên artêşa Tirk ên li dijî Efrîn û bajarên Serêkaniyê û Girê Spî bûne."

Mihemed Hisên diyar kir ku aliyên destekê didin çeteyên DAIŞ`ê hene û her tim hewl didin wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zindî bikin û got, divê kesên piştgiriya wan terorîstan dikin werin darizandin.

Hisên pirsa bêdengiya navneteweyî ya li hemberî piştevanên çeteyên DAIŞ`ê kir û wiha axivî: "Hemû dewlet dizanin ku dewleta Tirk a dagirker piştevana sereke ya terorîstên DAIŞ`ê ye û gelek nîşane isbata vê yekê dikin hene, wê demê çima li hemberî vê yekê bê deng in? Bêdengiya wan ji me re dide xuyakirin ku berjewendiyên wan bi DAIŞ û dagirkeriya Tirk re hene."

Nivîskar û lêkolîner Mihemed Hisên got, civata navneteweyî berpirsa bûyerên li girtîgeha Sînaayê ne û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji ber ku dosyaya çeteyên DAIŞ`ê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombeya li ber teqînê ye çareser nake, di heman demê de berjewendiyên wan di mayîna DAIŞ`ê de heye ku ew jî têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e."

Li aliyekî din jî nivîskar Ekrem Derwîş îşaret bi êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên dawî yên li dijî girtîgeha Sînaa kir û got: "Gelek armancên van êrişan hene, ji wan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser, ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha da ku ji dewletên cîhanê re bibêjin, em ê bimînin."

Ekrem Derwîş anî ziman ku hikumeta Şamê berpirsa bûyerên li bajarê Hesekê ye û got: "Bêdengiya hikumeta Şamê ku çargoşeya ewlekariyê ya Hesekê kontrol dike, ya li ser planeke wiha isbat dike ku destên wê di van êrişan de heye, her wiha dide xuyakirin ku planên hevbeş di navbera wê û Tirkiyê de hene da ku şerê herêmê bikin, ji ber ku şaneyên DAIŞ`ê bi tena xwe nikarin êrişeke wiha pêk bînin."

Mihemed Hisên û Ekrem Derwîş diyar kir ku yekane rêya xelasiya ji xeteriya DAIŞ`ê, ew e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dadgehên taybet bi darizandina çeteyan were avakirin.

(eh)

ANHA