ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-02-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-02-2022
5 sibat, 2022   00:00

-Bi diruşma "Çanda demokratîk saziyên demokratîk bi pêş dixe" Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) kongreya xwe ya 4’emîn li Navenda Aram Dîkran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlanê li dar dixe. Saet 09:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rewşenbîran îşaret bi rizgarkirina herêmên Sûriyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagirkirin kir û ji bo çareserkirina dosyaya DAIŞ'ê banga avakirina dadgeheke navneteweyî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Cîgirê Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Minbicê Mihemed Berkel diyar kir ku armanca hikumeta Şamê ji lihevkirinan ew e ku ji raya giştî re îsbat bike ku Sûriye bi temamî ketiye bin kontrola wê û got: "Ev lihevkirin tê wateya teslîmiyet û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê teslîm nebe." (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Dr. Hakan Guneş da xuyakirin ku krîza Ukrayna û Rûsyayê propagandayeke şerê sar e û got li Donetks Donbassê dê şerekî herêmî biqewime. (BI WÊNE)

-Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso diyar kir ku divê Koalîsyona Navneteweyî helwesta xwe li hemberî destekdayîna dewleta Tirk a bi çeteyên DAIŞ'ê re zelal bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

-Di 1’ê Sibata 2022'yan de bi awayekî hemwext êrişên hewayî derdora saet 10’ê şevê li ser herêmên Mexmûr, Şengal û Rojava çêbûn. Gotin ev êriş di çarçoveya xala 51'an a NY'yê de pêk hatine û li ser bingeha xweparastinê kirine.

CIWAN

-Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê bang li jin û ciwanan kir ku li hemberî hemû êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe bidin û rêgezên şerê gel ê şoreşgerî pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA