Êriş harbûna Erdogan nîşan didin- RAUF KARAKOÇAN

Êriş harbûna Erdogan nîşan didin- RAUF KARAKOÇAN
5 sibat, 2022   00:40

Di 1’ê Sibata 2022'yan de bi awayekî hemwext êrişên hewayî derdora saet 10’ê şevê li ser herêmên Mexmûr, Şengal û Rojava çêbûn. Gotin ev êriş di çarçoveya xala 51'an a NY'yê de pêk hatine û li ser bingeha xweparastinê kirine.

Tevî ku dewleta Tirk êrişên xwe wek mafekî ji biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) hewl dide rewa bike jî, ev êriş bi hiqûqa navneteweyî nikarin werin ravekirin. Ji kampa penaberan a Mexmûrê xetere li ser Tirkiyê nîn e. Li Şengalê gefek li ser Tirkiyê nîn e. Heman tişt ji bo Rojava jî derbasdar e. Heta niha ji Rojava li dijî Tirkiyê tu êriş çênebûne.

Ev êrişên qirêjî di kîjan çarçoveyê de çêbin, çi ji xwe re esas digirin an jî li ku derê dibin bila bibin, ne rewa ne. Nabe ku mafek hehe ku pê kampa penaberan a Mexmûrê, Şengal an jî Rojava bê bombebarankirin.

Derdê dewleta Tirk cuda ye. Tirkiye stratejiya xwe li herêmê û her ku diçe li derveyî herêmê zêde dike û hewl dide pêwîstiya wê pêk bîne. Ji bo ku bibe hêzeke herêmî, xwe li her derê dixe.

Hewl dide Kurdan jî ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. ‘Açilima Kurdan’, pêvajoya çareseriyê û polîtîkayên înkar û tunekirinê yên qirkirinê jî, ji bo bûyîna hêzeke herêmî çêbûn. Di kitêba dewleta Tirk a faşîst û qirker de Kurd nîn in. Armanca bingehîn a êrişên îro jî tunekirina Kurdan e.

Dewleta Tirk têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ'ê û destkeftiyên wan ji bo xwe wek gefekê dibîne û dike hinceta êrişan. Serkeftina li dijî DAIŞ'ê siyasetên dewleta Tirk ên ji bo ku bibe hêzeke herêmî, pûç kirin.

Rewşa şerê qirêjî yê li Sûriyê ji bo vejîna DAIŞ'ê diyar e. Polîtîkaya xwe ya derve ya li ser Idlibê bi temamî ji bo parastina komên çete çêkiriye. Ji bo qadên nû yên dagirkeriyê biafirîne, ev çete bi kar anîn. Her wiha ji bo berfirehkirina qada serdestiya çeteyan û bêîstîkrarkirina Rojava, hemû derfetên xwe seferber kirin.

Her çend êrişa herî dawî ya li Hesekê ya DAIŞ’ê ji bo Tirkiyê hêviyek be jî, lê têkbirina wê, astengiyekr mezin ji bo siyasetên wê yên herêmî derdixe holê. Ji bo ku li ser desthilatê bimîne, karta kurdî bi hemû derfetên xwe bi kar tîne. Hebûna Kurdan li pêşiya armanc û hedefên siyaseta xwe ya derve wek astengiyekê dibîne. Ji ber vê yekê, hebûna Kurdan wê ji bo wê bibe nakokiyeke mezin. Ji ber ku hişmendiya serwer a li ser înkar û îmhaya Kurdan, dixwaze li şûna çareseriya demokratîk serî li tundiyê bide, 'planên têkbirinê' bi pêş bixe û encamekê jê bigire.

Heke li kolanan êrişî muzîka kurdî dikin û muzîka kurdî asteng dikin, ev yek jî dûrî êrişa hewayî nîn e. Gelekî ku çanda wî nayê naskirin, ma êdî çiyê xwe dimîne? Ji ber vê yekê tişta ku pêk tê, konsepta îmhakirina topyekûn e.

Divê hemû êriş wek encama stratejiyeke giştî bên nirxandin. Hêjayî nirxandina êrişên Mexmûr û Şengalê bi hev re, li gel Iraqê û serokatiya PDK'ê bi helwesta xwe ya hevkar a ji berê ve qebûl kir, li gorî hevsengiyên herêmî yên desthilatê, siberoja xwe îpotek kir. Armanc ew bû ku Rêveberiya Xweser a Şengalê bi hevpeymana xayîntiyê were tesfiyekirin û bi rêya NY'yê kampa Mexmûrê were hilweşandin. Rastiya ku hikumeta navendî ya Iraqê êrişî Mexmûr û Şengalê dike, hewldana vegera PDK'ê ya li van herêman e. Neyekbûna şîeyan di hikumeta nû ya Iraqê de ji ber nakokiyên xwe, di anîna desteka Kurdan a li eniya pêş de jî diyarker e. Ev tora qirêjî ya têkiliyên siyasî yên li ser bingeha berjewendîperestiyê, rê li ber êrişên Şengalê vedike. 

Êrişên Rojava yên dewleta Tirk a faşîst ev demeke dirêj e dewam dikin. Maseyên ji bo Sûriyê hatine avakirin, jixwe Kurd tê de nîn in. Komên çete yên muxalîf ên bi desteka Tirkiyê cihê xwe li maseyê dîtin, di heman demê de Kurd li derve hiştin. Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê li Sûriyê got 'alî ji şer bêhtir nêzî çareseriyê ne' û anî ziman ku 'dibe ku di demeke nêz de hevdîtin dest pê bikin'. Dewleta Tirk dixwaze bi êrişên li ser Rojava re bêhtir pozîsyona xwe qewîn û mayînde bike û bi ser bixe. Bi dijwarkirina êrişên xwe yên hewayî û bejahî, hewl dide vê armancê pêk bîne. 

Aliyê herî girîng ê vê êrişê jî berxwedana li Îmraliyê ye. Bendewariya wan a ji tecrîda giran a li ser serok Apo û sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê, pêk nehat. Sedema herî girîng a dirêjbûna tecrîdê jî berxwedana li Îmraliyê ye. Gotina dîktator Erdogan a 'Yê li Edirneyê dê hesab bide Îmraliyê' ne gotineke vala ye û pêwîstî bi zelalkirinê heye. Nexwe helwesta serok Apo bloka faşîst a AKP-MHP'ê azirandiye ku bi pêleke nû ya êrişan bersivê dide.

Êriş zelal dikin ku “yan hûn ê werin ser xeta min an jî ez ê we tune bikim'. Ji ber vê yekê xuya ye dê ji niha û pê ve jî dewam bikin. Mayîndebûna desthilata faşîst bi helwesta Kurdan ve girêdayî ye. Li ber êrişan serî tewandin, vebijêrka wan a dawîn e. Lê belê van êrişan sekna têkoşînê ya biryardar a gelê me bêhtir qewîn kir û ruhê berxwedanê xurt kir.

ANHA