Dagirkeran li Efrînê welatiyek din revand

Çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê welatiyek revand.

Dagirkeran li Efrînê welatiyek din revand
4 sibat, 2022   15:15
ŞEHBA

Çavkaniyan ji herêmê diyar ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ciwanê Kurd Behcet Îbrahîm ê 24 salî yê ji navçeya Cindirêsê revand.

Li gorî çavkaniya, Behcet Îbrahîm piştî vegera wî ya ji Lubnanê bi dehan rojan ve ji aliyê çeteyan ve hate revandin û heta niha têkildarî wî tu agahî nehatin zanîn.

ANHA