Dewleta Tirk a dagirker Şera topbaran dike: 3 leşkerên Şamê birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker gundên Şerayê topbaran dike. Di topbaranê de 3 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker Şera topbaran dike: 3 leşkerên Şamê birîndar bûn
4 sibat, 2022   14:22
ŞEHBA

Leşkeratên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Meranaz, Şiwarxa û Irşadiyê yên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran dikin.

Li gorî agahiyan, di topbarana li ser gundên Meranazê de 3 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn, rewşa du leşkeran giran.

Heta niha 23 guleyên obîsan li gundên navborî ketine.

Topbaran berdewam e.

ANHA