Li Amedê rojnamevanek jin hate binçavkirin

Polîsên dewleta Tirk a dagirker li Amedê avêtin ser mala rojnamevan Nûrcan Yalçin û ew binçavkirin.

Li Amedê rojnamevanek jin hate binçavkirin
4 sibat, 2022   14:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Tirk avêtin ser mala rojnamevan Nûrcan Yalçin a li navçeya Peyasê ya Amedê û ew binçavkirin. Li ser sedema destgîrkirinê agahî nehate bidestxistin.

Yalçin birin Şaxê TEM’ê yê Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr û hevdîtina parêzeran a pê re ji bo 24 saetan hate qedexekirin.