Macron û Scholz wê biçin Moskovayê

Koşka Kremlînê diyar kir ku wê Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz di 15’ê Sibatê de biçe Moskovayê. Hefteyek piştî serdana Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron wê ev serdan pêk were.

Macron û Scholz wê biçin Moskovayê
4 sibat, 2022   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Kremlînê Dmîtîrî Peskov diyar kir ku wê di 15’ê Sibatê de Serokwezîrê Almanyayê biçe serdanê.

Peskov diyar kir wê serdan li ser ‘muzakereyên dualî’ be. Roja Duşemê jî wê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî wê ji bo hevdîtina bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn biçe Moskovayê.

Serokwezîrê Almanyayê beriya serdana Rûsyayê jî wê di 14’ê Sibatê de biçe Kîevê ya ku paytexta Ukraynayê ye û wê bi Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelensky re rûnê.

Almanya û Fransa di krîzaU de wekî du dewletên qasid in. Tê diyarkirin Macron û Scholz dixwazin aloziya di navbera Rûsya û welatên rojava de kêm bike.

Di demên dawîn de alozî zêdetir bû. Moskovayê li ser sînorê Ukraynayê bi deh hezaran leşker bi cih kir. DYA û NATO’yê jî hêza xwe ya leşkerî ya li herêmê zêdetir kir.

Koşka Kremlînê diyar kiribû divê mirov baweriyê bi sûcdariyên DYA neyne. Amerîkanan diyar kiribûn ku Moskova ji bo hincetê ji dagirkeriyê re bibîne, dixwaze vîdeoyeke sixte ya êrişê çêbike.

Moskova jî diyar dike ku heke NATO dev ji polîtîkaya xwe ya berfirehbûnê berde û ji welatên cîranên Rûsyayê vekişe wê krîza li dora Ukraynayê kêm bibe. Welatên rojava vê daxwazê red dikin û ji bo domandina diyalogê peyaman didin.