​​​​​​​Li Silêmaniyê ji bo şehîdên Pêngava Gurzê Gelan merasîm hat lidarxistin

Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji bo şehîdên pêngava Gurzê Gelan merasîmek hate lidarxistin.

​​​​​​​Li Silêmaniyê ji bo şehîdên Pêngava Gurzê Gelan merasîm hat lidarxistin
4 sibat, 2022   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye ya li Başûrê Kurdistanê ji bo 121 şervanên di berxwedana girtîgeha Sînaa ya Hesekê de şehîd bûbûn û weke şehîdên Pêngava Gurzê Gelan hatibûn pênasekirin ji bo 2 rojan merasîmek lidar xist.

Di nava du rojan de gelek kesayetên rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û dîsa nûnerên partiyên siyasî yên Başûr û malbatên şehîdan serdana merasîmê kirin, sersaxî, hevxemî û piştevaniya xwe ya bi berxwedana gelê Rojava ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê ragihandin.

Bi tevlîbûna dayikên şehîdan û bi dehan welatiyên Rojava li ber derê avahiya nûnertiyê daxuyaniyek hate dayîn.

Li ser navê nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûr Nûrşen Hesen daxuyanî da.

Nûrşen Hesen destpêkê di şexsê şehîdên Gurzê Gelan hemû şehîdên şoreşê bibîr anî û berxwedana gelê û pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê ya li dijî terora DAÎŞ’ê pîroz kir û got: “Gelê me serketineke dîrokî tomar kir.

Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye ya li Başûrê Kurdistanê Nûrşen Hesen diyar kir ku êrîşa li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê pîlaneke qirêj û pir alî ye û taybet destê dewela Tirk di nav de heye û got: “Armanca vê êrîşê kontrolkirina Hesekê û aramiya herêmê bû. Berxwedan QSD’ê û gel ev pîlan têk birin. DAIŞ ji bo hemû cîhanê xeteriye divê dadgehek navdewletî bê avakirin ku her welat bikare çeteyên xwe bibe û dadgeh bike.”

Nûrşen Hesen anî ziman ku ji ber heta niha ev pirsgirêka DAIŞ’ê çareser nebûye, ji bo wê DAÎŞ’ê li Hesekê êrîş kir û heman demê tevgera DAÎŞ’ê li Iraq û Herêma Kurdistanê zêde bûye û aramiya herêmê dixe bin xeteriyê.

Nûrşen Hesen anî ziman ku di nava van du rojan de gelek aliyên siyasî, saziyên sivîl, kesayetên rewşenbîr, hiqûqnas serdana merasîmê kirine, hevxemî û piştevaniya xwe parvekirin û dane nîşandan ku şehîdên Berxwedana Gurzê Gelan şehîdên hemû Kurdistan û mirovahiyê ne.

Nûrşen Hesen bang li Herêma Kurdistanê, hikûmeta Herêmê, Parlementoya Kurdistanê û hemû aliyên siyasî kir ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabin û pêşiya vê karesatê bigirin.

Herî dawî Nûrşen Hesen spasiya hemû alî û kesayetên ku serdana merasîmê kirin û xema wan parvekirine kir.

Merasîm bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Bijî Berxwedana Hesekê’ dawî bû.