Îsraîl û Behreynê peymanek tevkariya leşkerî îmze kir

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz peymanek tevkariya leşkerî bi Behreynê re îmze kir

Îsraîl û Behreynê peymanek tevkariya leşkerî îmze kir
4 sibat, 2022   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz duh bi Behreynê re peymanek îmze kir. Peyman têkildarî tevkariya di warên îstîxbaratî û kirîna amûran û perwerdeyê de ye.

Ji dema normalîzekirina têkiliyan ve an ku ji salekê berê ve, ev yekemîn car ku Îsraîl bi welatekî kendavê re peymanekê pêk tîne. Gantz diyar kir ku ev peymana lihevkirinê  têkiliyên her du welatan ber bi "Asoyên nû" ve pêş dixe.

Gantz di daxuyaniyê de wiha dom kir: " Salekê piştî îmzekirina peymanên normalîzekirinê, me peymanek girîng  a parastinê ji bo ewlehiya her du welatan û aramiya herêmê îmze kir."

Gantz roja çarşemê di yekemîn seredana xwe ya fermî de bo Behreynê gihaşt Menamê.

(dx)