Kadar Pîrî: Dewleta Tirk dixwaze Şengalê dagir bike û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dorpêç bike

Kadar Pîrî destnîşan kir ku dewleta Tirk ji êrişên dawîn ên li ser herêmê, armanc kir ku piştgiriyê bide êrişên DAIŞ`ê yên li dijî Hesekê. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide Şengalê dagir bike ji bo ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dorpêç bike.

Kadar Pîrî: Dewleta Tirk dixwaze Şengalê dagir bike û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dorpêç bike
4 sibat, 2022   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA EL-HEBÎB

Serokê Rêxistina Kurdên Bêsînor Kadar Pîrî duh di bernameyeke taybet a ajansa me de têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê axivî.

Kadar Pîrî wiha got: “Tiştên dewleta Tirk niha dike, ne nû ne. Ew berdewama siyasetên wê yên dijminane li dijî gelên herêmê ye. Ew li dijî hebûna demokrasiyeke li nêzî xwe ye. Ditirse ku Kurd mafên xwe bi dest bixin.”

Kadar Pîrî wiha got: “Dewleta Tirk ji êrişên li ser herêmê armanc kir ku êrişên li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê deng venedin. Piştî ku tevlêbûna wê ya yekser di êrişan de eşkere bû, xwest rastiya piştgiriya xwe ya ji komên çete re veşêre.”

Pîre destnîşan kir ku planên dewleta Tirk bi saya biratiya Kurd û Ereban û hemû pêkhateyên herêmê bi bin ketin.

 ‘BI DAGRIKIRINA ŞENGALÊ DORPÊÇKIRINA RÊVEBERIYA XWESER’

Her wiha Pîrî tima û planên dewleta Tirk a dagirker ji êrişan wiha bi rêz kirin: “Dewleta Tirk ji hebûna xwe ya di Sûriyê de armanc dike gelek beşên Sûriyê tev li Tikiyê bike. Lê dema planên wê bi destê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi bin ketin, vê carê hewl da Rêveberiya Xweser tune bike. Lê di vê de jî bi bin ket. Niha berê xwe daye dorpêçkirina rêveberiyê.”

Li gorî Pîrî dewleta Tirk ji bo ku Rêveberiya Xweser dorpêç bike, êrişî Şengalê dike û wiha domand: “Heke em vegerin nexşeyê em ê bibînin ku ji Îbrahîm Xelîl heta Şengalê xetek heye ku Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê ji hev qut dike. Heke ev yek pêk hat, dewleta Tirk dê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî dorpêç bike. Her wiha ji vê yekê armanc dike fişarê li Başûrê Kurdistanê bike. Ji ber wê divê siyasetmedarên li Başûr, fêm bikin ku dewleta Tirk li cihekî din alternatîfa deriyê Îbrahîm Xelîl digere. Da ku Başûrê Kurdistanê sûd jê negire. Dê bi rêya Şengalê têkilî yekser bi Bexdayê û ji Bexda bi dewletên Kendavê re deyne.”

 ‘SIYASETA BAŞÛR A ŞAŞ HIŞT KU BIKEVE BIN KONTROLA DEWLETA TIRK’

Têkildarî helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê û serdana serokê wê ji Tirkiyê re Pîrî got: “Ji ber siyasetên aborî yên şaş, Başûrê Kurdistanê ket bin kontrola dewleta Tirk. Ev yek di referandumê de xuya bû. Dema Erdogan got av û hewa di destê wan de ye û dê li ser herêmê bi giştî qut bikin. Ew behsa deriyê Îbrahîm Xelîl dike. Ji ber ku her tişt ji derve tê.”

Der barê êrişên DAIŞ`ê yên li dijî Hesekê de Pîrî got: “Plan ew bû ku DAIŞ Hesekê û derdora wê kontrol bike, hejmara herî zêde ya sivîlan bikuje da ku sivîlên li herêmên din bitirsînin. Piştî wê, Rûsya û hikumeta Şamê dê behsa kontrola DAIŞ`ê bikin û lihevkirinek di navbera wê û dewleta Tirk de heye da ku dewleta Tirk herêmên di bin kontrola DAIŞ`ê de dagir bike. Her duyan jî dê bi hinceta şerê DAIŞ`ê êrişî herêmê bikira û Rêveberiya Xweser tune bikira. Ev timayên wan in. Lê QSD`ê ev komplo têk bir. Ev êrişa DAIŞ`ê ya bi destê dewleta Tirk kirêt e.”

`BAZARÊN NAVNETEWEYÎ`

Girêdayî helwesta Koalîsyona Navneteweyî Pîrî destnîşan kir ku hemû dewletên cîhanê li pey berjewendiyên xwe ne û ev êriş bi erêkirina Amerîkayê û Rûsyayê pêk hatine.

Kadar Pîrî di dawiyê de got: “Bazar di navbera dewletên navneteweyî de berdewam in. Bi nêrîna min Amerîkayê ev êriş erê kir. Lê ev êriş trajedîk bûn. Cîhan fêm dike ku dewleta Tirk destekê dide DAIŞ`ê lê em çi bêjin mixabin siyaseta cîhanê wisa ye.”

(şx)

ANHA