Ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Dêrikê ziyan gihaştin milên şêniyan

Di encama êrişên dewleta Tirk ên li ser gundên navçeya Dêrikê de, malên sivîlan û saziyên xizmetguzariyê hatin wêrankirin.

Ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Dêrikê ziyan gihaştin milên şêniyan
Ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Dêrikê ziyan gihaştin milên şêniyan
Ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Dêrikê ziyan gihaştin milên şêniyan
Ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Dêrikê ziyan gihaştin milên şêniyan
Ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Dêrikê ziyan gihaştin milên şêniyan
Ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Dêrikê ziyan gihaştin milên şêniyan
Ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Dêrikê ziyan gihaştin milên şêniyan
Ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Dêrikê ziyan gihaştin milên şêniyan
Ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Dêrikê ziyan gihaştin milên şêniyan
3 sibat, 2022   20:23
QAMIŞLO-ÎSAM EBDULLAH

Artêşa Tirk a bi balafirên bêmirov êrişî gundên sînor ên Dêrikê kir, nexasim Eyn Dîwar û zirareke mezin gihaşt malên sivîlan û 3 mal bi temamî hilweşiyan.

Artêşa Tirk  a dagirker bi balafirên bê mirov ên bi çek stasyona kehrebê ya 4 a herêma Koçerat bomebaran kir û hilweşand. Her wiha gundên Qesrok, Çemşeref, Newala Gura û Kasanê yên Dêrikê topbaran kirin. Di encamê de gelek mal hilweşiyan û ziyan gihaştin milkên şêniyên.

Li gundê Eyn Dîwar jî zirar gihaşt mal û milkên sivîlan, malek bi temamî hate hilweşandin û agir bi kel û pelên wan ket.

Erebeyên agirkujiyê yên Şaredariya Gel a Dêrikê yekser berê xwe da cihê bûyerê, da ku agir vemirîne, piştre jî xetên kehrebê yên zirar dîtin, sererast kirin.

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Ehmed Mihemed ku mala wî hatiye topbarankirin axivî: "Piştî dewleta Tirk û DAIŞ`ê di êrişên Xiwêran de li ser destên QSD`ê de bi bin ketin, herêma Koçerata topbaran kir û stasyona kehrebê ya çaremîn a kehrebê dide herêmê, malên sivîlên li gundên sînor, nexasim gundê Eyn Dîwar kir hedef."

Mihemed diyar kir ku di encama topbarana dewleta Tirk a li ser gundê Eyn Dîwar de welatiyek birîndar bû û zirareke mezin gihaşt mal û milkên sivîlan. Mihemed got: "Malên me bi temamî hatin wêrankirin. Dewriyeya amerîkî beriya sê rojan ji topbaranê li gund bû, lê ji wê demê ve nehatiye."

Mihemed anî ziman ku hebûna Amerîka bê feyde ye û got: "Ji ber ku li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan bê deng e, lê divê piştgiriya gel bike û nehêle dewleta Tirk mal û milkên sivîlan topbaran bike."

Ehmed Mihemed got, şêniyên gund vegeriyan malên xwe da ku zirarên di encama topbarana Tirkiyê de çêbûne, sererast bikin.

(eh)

ANHA