ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-02-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-02-2022
4 sibat, 2022   00:00

-Şêniyên Hesekê cenazeyê 23 şehîdan li goristana Şehîdan oxir dikin, saet 11:00'an.

-Bi saya hişyariya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexasim li bajarê Hesekê û parvekirina erkên paratinê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê re, plana DAIŞ û alîgirên wê di tunekirina Rêveberiya Xweser de têk çûm. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên Hesekê destnîşan kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Dêrik û Şengalê bi armanca rakirina tola binkeftina êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaayê û gotin:  "Hêzên garantor bi bêdengiya xwe hevkarên van êrişan in." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Di êvara 20’ê Çileya 2022'yan de girtîgeha Sînaa ya li Hesekê rastî êrişa çeteyên DAIŞ'ê hat. Nêzî 4 hezar girtiyên ku bi desteka êrişkarên derve îsyan kir, 77 wezîfedarên li girtîgehê bi awayekî hovane kuştin û hundirê girtîgehê xist bin kontrola xwe. Piştre hêzên QSD'ê mudaxele kir û êrişkar li derveyî girtîgehê bê bandor kirin û piştre li girtîgehê dest bi operasyonê kirin da ku ji nû ve kontrol bikin. Çeteyan çekên hêzên ewlekariyê yên li girtîgehê jî bi dest xistin û pevçûn çêbû. Li gorî daxuyaniya QSD'ê ya 31'ê Çileya 2022'yan zindan bi tevahî hat kontrolkirin.

POLÎTÎKA

- Cîgirê serokê nivîsgeha Lêkolîn û Pêşxistina Fikirî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Iyad Xetîb diyar kir ku hikumeta Şamê, Tirkiyê û hêzên cîhanê sûdê ji hebûna DAIŞ`ê werdigirin. Xetîb îşaret pê kir ku QSD`ê ji bo parastina cîhanê ji xeteriya DAIŞ'ê bi erkeke mirovî û exlaqî rabû û berdêlên giran dan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Lubnan û Urdinê peymana kişandina enerjiyê bi rêya Sûriyê, îmze kir. Dê kehrebe di Sûriyê re, di Urdinê re û piştre derbasî Lubnanê bibe. Lê gelo astengiyên projeyê yên aborî û siyasî çi ne? Gelo dê tarîtiya ku lubnanî bi salan dijîn, ronî bike? (BI WÊNE).

KURDISTAN

- Endamên navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê piştgiriya xwe nîşanî gerîlayan kir û got: "Gerîla rastiya me ne û çiqasî artêşa Tirk êriş bike jî, dê serkeftin para wan be." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Kargeha ziwakirina garis a li Reqayê 73 hezar ton garis wergirt. Rêveberekî kargehê got: "Em ê hejmara yekîneyên ziwakirinê zêde bikin da ku hemû berhem ji cotkarên Reqayê werbigirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA