Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Lubnanê hatin şermezarkirin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Mexmûr û Şengalê li Lubnanê hatin şermezarkirin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Lubnanê hatin şermezarkirin
3 sibat, 2022   20:35
BEYRÛT

Li deverên cuda yên Lubnanê, kurdistaniyan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Koordînasyona Kongra Star bi daxuyaniyeke hevbeş êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û Wargeha Penaberan a Mexmûrê şermezar kirin.

Di daxuyaniya PYD`ê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û Mexmûrê hatin şermezarkirin, her wiha hate destnîşankirin ku êrişên ku dewleta Tirk dikeve çarçoveya redkirina binketina DAIŞ`ê ya terorîst, ji ber binketina DAIŞ`ê tê wateya binketina Erdogan.

Di daxuyaniyê de hate gotin li ser navê PYD’ê bang li gel dikin ku li hember êrişan bisekinin û li her deverê serî hildin heta serkeftinê bidest bixin.

Her wiha Kongra Star jî di daxuyaniya xwe de got: "Careke din dewleta Tirk hovîtiya xwe li hember gelê Kurd li her deverê eşkere kir ku piştî her serkeftinekê bersiveke dijwar dide û dixwaze tolê hilîne. Êrişa dawî ya bi balafiran piştî berxwedan û lehengiya QSD`ê li Hesekê û têkbirina êrişa li ser girtîgeha Xiwêranê, hate kirin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD`ê bi dawî bû.

(bx)

ANHA