`Êrişên dewleta Tirk bi erêkirina civatên navneteweyî pêk tên`

PYNK`ê û saziyên civaka sivîl êrişên delweta Tirk a dagirker li ser Şengal, Dêrik, Zirgan û Eyn Îsayê şermezar kir û diyar kir ku ev êrişên dewleta Tirk bi erêkirin û pejirandina dewletên navneteweyî pêk tên.

`Êrişên dewleta Tirk bi erêkirina civatên navneteweyî pêk tên`
3 sibat, 2022   13:23
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Niştimanî ya Kurd PYNK û saziyên civaka sivîl derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya hêzên navneteweyî daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li pêşiya Meclisa Gel a navçeya Amûdê û ji aliyê endama Meclisa Gel a navçeya Amûdê Henaa Xalid ve hat xwendin.

Henaa Xalid diyar kir ku êrişên dawî yên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sînaa ku pêk hat, plana dewleta Tirk bû, QSD bi alîkarî û piştgiriya gelê herêmê li hember van êrişan sekinî û bi lehengî şer kir û wiha pê de çû: “Hêzên me derbeyeke mezin li dewleta Tirk da, plana dewleta Tirk ji van êrişan ew bû ku tevlîheviyekê li herêma me çêbike, aramî û ewlehiya herêmê bi destê DAIŞ`ê xerab bike.”

Henaa Xalid da zanîn ku serkeftina QSD ji bo dewleta Tirk ku dixwest vîna gel û girêdana wî bi xak û xwîna şehîdan bişkîne, bû kelem û wiha got: “Ev yek jî bi êrişa li ser Şengal û Dêrikê hat xuyakirin, di encamê de gelek sivîl birîndar û şehîd bûn. Tê xuyakirin ku êrişên dewleta Tirk yên dawî bi erêkirin û pejirandina dewletên navneteweyî ye, ji ber ku hemû dewlet û saziyên mafên mirovan li hember van êrişên hovane bêdeng û bê hewlest in.”

Henaa Xalid wiha got: “Em weke saziyên civaka sivî û Partiya Yekitiya Niştîmanî ya Kurdî yên navçeya Amûdê, van êrişan şermezar dikin û bang li saziyên hiqûqî û civaka navneteweyî dikin ku li hember van êriş û binpêkirinên ku dewleta faşîst li dijî gelê me pêk tîne, xwedî helwest û biryareke cidî bin.”

(sb)

ANHA