​​​​​​​Rojnameyên erebî: Dewletên Ereb li dijî vegera Sûriyê ya li nava Komkara Erebî ne

Rojnameyên erebî vê sibê girêdayî dosyaya vegera Sûriyê ya li nava Komkara Erebî, rewşa Tunisê û Sûdanê nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Dewletên Ereb li dijî vegera Sûriyê ya li nava Komkara Erebî ne
3 sibat, 2022   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

‘EBÛ EL-XEYT; DEWLETÊN EREBÎ LI DIJÎ VEGERA SÛRIYÊ NE’

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Sekreterê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Gêt got Cezaîrê daxwaz kiriye ku ji ber rewşa welatên Ereban û pandemiya Koronayê, şêwirên din werin kirin, ji bo ku dîroka lidarxistina kongreya erebî ya bê were diyarkirin. Wezîrên karên derve yên Ereb destnîşan kir ku dê di 9`ê Adarê de li hev bicivin ji bo ku pêşniyara Cezaîrê erê bikin.

Têkildarî beşdarbûna Sûriyê di kongreya bê ya komkarê de Ebû El-Gêt got: “Kongre dê di wexta xwe de li dar bikeve. Heta niha tiştek wisa nîn e. Lê heta dema lidarxistina kongreyê û heke dewletên endam li gorî rêgezeke diyar li hev şêwirîn û Sûriye bi erênî helwestên dewletên Ereb qebûl kir, wê demê bi nêrîna min astengî li pêşiya vegera wê namîne.”

Ebû El-Gêt diyar kir ku gelek dewletên Ereban li dijî vegera Sûriyê ne lê navên wan negotin û destnîşan kir ku ew dewlet ji ber helwesta Sûriyê, vê nêzîkatiyê nîşan didin.”

‘SEROKÊ TUNISÊ ALIYÊN MUXALEFETÊ BI GURKIRINA ALOZIYAN TAWANBAR KIRIN’

Der barê rewşa Tunisê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Serokê Tunisê Qeys Seîd aliyên muxalefetê bi qutkirina derman, sotemenî û alozkirina rewşên aborî û civakî li welêt tawanbar kirin. Seîd îdia kir ku muxalefetê li dijî biryarên 25`ê Tîrmehê ev helwest nîşan da.

Çavdêrên rewşa Tunisê jî wekî Qeys Seîd difikirin ku muxalefetê dayîna fonan asteng kir, rewşa giştî li welêt aloz kir û rewşeke civakî ya aloz di navbera serokatiya welêt û gel de çêkir.”

‘LI SÛDANÊ TU ÇARESERI XUYA NAKIN’

Girêdayî rewşa Sûdanê jî rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Însiyatîfên xwecih, herêmî û navneteweyî ji bo çareserkirina aloziya li Sûdanê didomin. Lê xuya ye ku rewşa li Sûdanê ber bi xitimandinê ve diçe, li gel ku kolana Sûdanê fişarê dike ku desthilat sivîl be û hêza leşkerî ya li ser desthilatê di helwesta xwe de bi israr e.

Sekreterê IGAD`ê Raqna Qubeîho ragihand ku ew ji dan û standinên li Xertûmê armanc dike ku nêrîna sûdaniyan guhdar bike û wan ragihîne civîna Yekitiya Afrîkayê.

Li gorî analîzvanê siyasî Eşref Ebdulezîz însiyatîfên ku rewşa heyî piştî biryarên 25`ê Cotmehê bi dawî neke yan jî destûrê neguherîne, wê bê qîmet bin. Ji bo biserxistina însiyatîfan divê garantorên xwedî bandor ên herêmî û navneteweyî hebin.”

(şx)