Mezlûm Ebdî: Koalîsyona Navneteweyî berpirsê qedexekirina êrişên Tirkiyê ye

Fermandarê Giştî ya QSD’ê Mezlûm Ebdî da zanîn ku êrişên dagirkeriya Tirk li ser Dêrikê dikevin asta ragihandina şer, ew êriş şerê li dijî DAIŞ’ê qels dikin. Her wiha Ebdî got, Kaolîsyona Navneteweyî berpirsê qedexekirina êrişên dewleta Tirk e.

Mezlûm Ebdî: Koalîsyona Navneteweyî berpirsê qedexekirina êrişên Tirkiyê ye
2 sibat, 2022   20:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê Fermandarê Giştî yê Hêzên sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî bi twittekê wiha got: "Di encama bombebarankirina dewleta Tirk li ser Eyn Dîwar û Dêrik 2 sivîl û 2 şervan şehîd bûn û zirar bi binesaziya gitî, bendava avê û stasyona kehrebê bû. Ev êriş dikevin asta ragihandin şer, sivîlan rûbirûyî xeteriyê dihêle û şerê me yê li dijî DAIŞ’ê qelse dike."

Ebdî wiha domand: "Bi zêdebûna gefên terorê re, hevalbendên me yên koalîsyonên beşeke mezin ji berpirsiyariya qedexekirina mîna van êrişên Tirkiyê hildigire."

(fr)

ANHA