`Êriş nikarin vîna me ya serxistina projeya Rêveberiya Xweser bişkînin`

Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê, malbatên şehîdan li Reqa û Tebqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şehba, Şengal, Mexmûr û Dêrikê şermezar kir û destnîşan kir ku gelên herêmê dê rêya serxistina tecrubeya Rêveberiya Xweser berdewam bikin.

`Êriş nikarin vîna me ya serxistina projeya Rêveberiya Xweser bişkînin`
2 sibat, 2022   15:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û Mexmûrê didomin.

ŞEHBA

`ÊRIŞÊN LI DIJÎ HERÊMÊ WÊ TÊKOŞÎNA ME YA BISERXISTINA TECRUBEYA RÊVEBERIYA XWESER NEŞIKÎNE`

Bi dehan endamên rêveber ên Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê li qada Kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê kom bûn. Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê Mihemed Nûr Şebab daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk ji ber ku planên wê li Hesekê têk çûn, qada êrişên xwe li herêmê firehtir kir.

Her wiha hat diyarkirin ku rola Kurdan a pêşengtiyê bûye nimûne, ji be vê yekê dewleta Tirk a dagirker bi îsrar e ku tecrubeya herêmê têk bibe.

Di dawiyê de wiha hat gotin: “Ruxmî wan êrişên domdar, vîn û israra gelê me ya ji bo biserxistina tecrubeya Rêveberiya Xweser naşikîne.”

TEBQA

`KOMPLOYÊN TIRKIYÊ DÊ HÊVIYÊN GELAN A JIYANA HEVBEŞ TÊK NEBE`

Malbatên şehîdan û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan li Tebqayê kom bûn û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El-Ereb daxuyanî da û tê de bang li civata navneteweyî, hêzên garantor û rêxistinên hiqûqî kir êrişên dewleta Tirk a dagirker rawestînin.

Her wiha bang li Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir ku rê nedin kesên ku dixwazin fitne û tevliheviyê li herêmê derxin.

REQA

Li Reqayê, endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Ebîr El-Mistefa daxuyaniya meclisê xwend. Bi dehan endamên meclisê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de meclisê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev êriş vîna û israra me ya li ser parastina axa xwe zêde dike. Em ê hêviyên şehîdan bînin cih û dewleta Tirk û alîgirên wê nikarin vîna me bişikînin.”

(şx)

ANHA