YBŞ`ê: Di encama bombardûmanê de, 3 sivîl şehîd bûn û yek birîndar bû

Fermandariya YBŞ`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama bombebarankirina dewleta Tirk ji Şengalê re, 3 sivîlên ku bîr dikolan şehîd bûn û yek birîndar bû.

YBŞ`ê: Di encama bombardûmanê de, 3 sivîl şehîd bûn û yek birîndar bû
2 sibat, 2022   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN 

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li ser bombardûmana giran a dewleta Tirk a duh bi şev li ser Şengalê pêk hat, daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, êrişa bi balafiran şeva 1'ê Sibatê saet di 22:00 de dest pê kiriye û heta saet 03:00 ê serê sibehê dewam kiriye.

Fermandariyê diyar kir ku di van êrişan de bombe li 21 cihên wan hatine barandin û hate ragihandin ku tu şehîd û birîndarên hêzên wan çênebûye.

Fermandariya YBŞ'ê diyar kir ku ji bilî nuqteyên hêzên wan, cihekî sivîl jî hatiye bombekirin û hate gotin, "Li vî cihê sivîl 3 kes şehîd bûn û yek jî birîndar bû."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hewldanên wan ên ji bo zelalkirina rewşê û nasnameyên şehîdan lêkolînên wan dewam dikin û hate gotin, "Lê belê bi qasî agahiyên hatin bidestxistin, kesên jiyana xwe ji dest dane ji bo xizmeta vê civakê bikin karê bîrkolandinê dikirin."

'ÊRIŞ JI BO PÊŞÎGIRTINA LI VEGERA KOÇBERAN HATE KIRIN'

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku yek ji armancên êrişan çavtirsandina civakê ye û wiha dewam kir: "Gelê me her roj ji kampan vedigerin ser axa xwe. Ji bo pêşî li vê vegerê bigirin, dewleta Tirk a qirker vê siyaseta xwe ya qirêj û êrişan dide meşandin".

Fermandariyê destnîşan kir ku êrişên tên kirin dewama êrişên DAÎŞ'ê yên Tebaxa 2014'an e û got: "Lê belê çi dibe bila bibe dijmin wê nikaribe bikeve çeperên me".

'BILA XELKÊ ME JI HÊZA XWE YA PARASTINÊ PIŞTRAST BE, DIJMIN DÊ NIKARIBE BIKEVE XAKA PÎROZ'

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Çeperên me ji pola hatine avakirin. Bila gelê me ji hêza xwe bawer bin. Bi vî awayî tevahiya êrişên dijmin wê bêne pûçkirin. Wê dijmin nikaribe bikeve vê axa pîroz".

Fermandariyê bi bîr xist ku li gel ewqas êrişên giran jî ku bi sedan carî bombardûman hate kirin, hemû êriş hatin pûçkirin û got: "Ji ber vê bila gelê me û dostên me ji vê hêza xwe û çeperên xwe piştrast be".

Fermandariya YBŞ'ê bal kişand ser hin propagandayên di çapemeniyê de û got: "Hİnek ji çapemeniyên PDK'ê propagandaya dagirkeriya Tirk didin meşandin. Rewakirina êrişên dewleta Tirk a qirker ji bo Kurdan ne şeref e, ne jî rûmeteke. Banga me ji bo wan ew e ku dev ji vî zimanê ku bi kar tînin berdin".

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çeperên wan careke din ispat kir ku weke pola li pişta gelê xwe ye û hate gotin: "Dagirker û dijmin wê nikaribin bikevin xaka Şengalê."