​​​​​​​Dewleta Tirk li Efrînê welatiyek bi îşkencê qetil kir

Welatiyek ji navçeya Şiyê ya kantona Efrînê ya dagirkirî li girtîgehên çeteyên dewleta Tirk a dagirker di encama îşkenceyên giran de, jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Dewleta Tirk li Efrînê welatiyek bi îşkencê qetil kir
2 sibat, 2022   09:53
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyek ji kantona Efrînê, welatiyê bi navê Rêzan Xelîl ê ji gundê Çeqela yê navçeya Şiyê ya kantona Efrînê, di encama îşkenceya giran a di girtîgeha çeteyên dewleta Tirk de, jiyana xwe ji dest da.

Çavkanî her wiha diyar kir ku welatiyê bi navê Rêzan beriya hefteyekê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hate revandin, piştre di berdêla pereyan de serbest hat berdan.

Di encama îşkenceyên giran de ku li girtîgeha çeteyan de dîtiye jiyana xwe ji dest da.

(dx)

ANHA