​​​​​​​Opersyonên lêgerînê li taxên Xeşman û Salhiyê li Hesekê berdewam in

Operasyonên lêgerînê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li taxên Xeşman û salhiyê yê Hesekê, berdewam in.                       

​​​​​​​Opersyonên lêgerînê li taxên Xeşman û Salhiyê li Hesekê berdewam in
​​​​​​​Opersyonên lêgerînê li taxên Xeşman û Salhiyê li Hesekê berdewam in
​​​​​​​Opersyonên lêgerînê li taxên Xeşman û Salhiyê li Hesekê berdewam in
2 sibat, 2022   09:57
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), piştî ku di 26'an de bi temamî kontrolkirina girtîgeha Sînaa li taxa Xiwêran ragihand, operasyona lêgerînê li dijî şaneyên DAIŞ'ê li bajarê Hesekê didomîne.                 

Nûçegihanê me li bajarê Hesekê diyar kir ku, operesyonên lêgerînê li taxên Xeşman û Salhiyê li aliyê bakurê bajêr berdewam in.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li taxên din ên bajêr hîn jî bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û dewriye hene.

(dx)

ANHA